Di zanista modern de avakirina zîhniyeta mêr
- 09:06 6 Mijdar 2020
- Nîqaşên Jineolojiyê
“Ji bo ku jin xwe nas bike divê derewên zîhniyeta mêr ên derbarê xwe de yek bi yek derxîne holê, mahkûm bike. Bi qasî ku xwedîderketina jinê ya li dîroka wê ya rast girîng e, deşîfrekirina dîroka mêr û hişmendiya mêr jî ewqas girîng e."
Fîdan Yidirim
Gotina "Zanist bê alî ye"klîşeyeke ku gelek caran me bihîstiye, ji çavkaniyan xwendiye û demek dirêj bêyî ku em lêpirsîn bikin me parastiye ye. Tişta ku zanist dibêje ewqas di cih de ye ku gelek ji me nafikirin ku lêpirsîn jî bikin! Bi qasî ku em bibêjin zanist ji bo mirovahiyê ye û ji bo wê tê bikaranîn em ji zanistê bawer in. Zanista modern ligel hemû îdayan jî ne di ser çîn, netew, nijad û zayendê re ye. Serdema zanistê ku bi îdaya li dijî tarîtiya Serdema Navîn a olî; ronahî, azadî, wekhevî û afrîneriyê hatiye destpêkirin, di pêşengiya burjuvaziyê de buye pergala herî qirker a hegemonyaya kapîtalîst. Zanista di xizmeta kapîtalîzmê de bûye ola burjuvaziyê.
Zanista ku veguheriye alavên hegemonyayê, yek ji mijarên ku avakirina zîhniyeta mêr tê de aşkera dike ye, jin û têkiliya zanist û jinê ye. Jina ku ji dîroka mirovahiyê re demeke dirêj bi awayekî zana pêşengtî kiriye, wekî ku bi darê zorê dizîna zanînên wê ji aliyê mêr ve ne bes be, bi rêya mîtoljî, ol, felsefe û zanistê jî rastiya wê hatiye berevajîkirin û êdî nema hatiye naskirin. Xudawenda zana ya Neolîtîkê, bi çewtbaweriyên bi zîhniyeta mêr hatiye biçûkxistin. Jina ku ji aliyê zîhniyeta mêr ve hatiye biçûkxistin ji xwezaya xwe, zanîna xwe û ji dîroka xwe jî hatiye dûrxistin. Di qada zanistê de jî hejmarek ji kesên nûnertî kirin li gel divê xwedî li wan bê derketin, divê nêrîna bi çavên mêr, rola wê di warê avakirina zîhniyeta mêr de û kesayeta ku zayendparêziyê dihewîne jî bê deşîferekirin û rastî bên aşkerakirin. Ji bo ku jin xwe nas bike divê derewên zîhniyeta mêr ên derbarê xwe de yek bi yek derxîne holê, mahkûm bike. Bi qasî ku xwedîderketina jinê ya li dîroka wê ya rast girîng e, deşîfrekirina dîroka mêr û hişmendiya mêr jî ewqas girîng e.
Serweriya mêr a li ser zanista modern, sedema ku zanist zimanekî bi zîhniyeta mêr ji bo xwe biafrîne ye. Dema ku mêr zanistê diafrînê kesayet û cerebeyên xwe jî dike navê. Ev rewş jî ji me re aşkera dike ku zanist çima wekî kesayet mêr e. Sedema ku zanista modern kesayeteke mêr e, tenê ne ji ber ku bi zimanê mêr e, tişta ji vê girîngtir ew e ku di înşakirina mêr de û berdewamiya mêr de roleke girîng dilîze ye. Bi vî awayî bedena jinê ji aliyê mêrantiya zanista modern ve hatiye manîpulekirin.
Ev qada ku ji dîrokê heta niha desthildariya mêr bi taybet li ser disekine berê bi normên olî, kevneşopiyê û hiyerarşiya civakî dihat girêdan lê ji sedsala 18'emîn şûnde bi guhertina paradîgmaya radîkal naverokeke nû di nava xwe de vehewand. Bedena jinê ya ku hîn berê bi awayekî vekirî û hişk cuda dihat girtin û wekî beşa duyem lê dihat nihêrtin û bi darazên olî dihat mehkûmkirin ji destpêka vê sedsalê bi kategoriyên hîn xwezayî hat kontrolkirin. Di sedsala 19'emîn de paradîgmaya modern a nû jin li gor esasên zayendiyê li ser bingeha cudatiya zayenda ji ya mêr girt dest û pênase kir. Vê sedsalê bi rêya tipê bedena jinê ji xwezaya xwe hat qutkirin û di nava standartên ku diyar in hepis kir. Aqlê mêr ê ku hêza jinê ya zayinê nikaribû ji destên wê bigire çareserî bi biçûkxistina zayina jinê dîtiye. Şêwaza girtina dest a bi aqlê paradigmaya modern a biyolojî, derûnî, zayendî û zayendiya civakî roleke gelekî mezin di warê pêşketina baviksalariyê de dilîzin. Kurguya herikbar a zayendiyê di heman demê de piştigiriyê dide zanistiya agahiyê jî. Tip di warê afirandina kurguya zayendiyê de xwedî gotin bû lê belê tu carî qansî tipa modern zayend tenê di nava beden de nehat vehewandin. Zanista modern jin wekî lawaz û bê hêz ji ser bedena wê nîşan da û li dijî qada cemaweriyê hişt. Tenê taybetmendiya jinê ya zayinê derxist pêş û ew di nava malê de hepis kir.
Nêrîna baviksalarî ya desthildatdar rolên jin-mêr ên li gor xwe guncav di zanistê de derxistiye pêş. Wekî mînak; Hinek îzahên sper û hêkên jinan hene. Li gor nêrîna baviksalarî sperm bi awayekî lez dikeve nava tevgerê û hêqan qul dike û li wir bi cih dibe. Sperm di vir de dikeve nava rewşeke zîrek û bi tevger. Tenê tevgera hêkê jî li hêviya berkirinê ye. Ev îzaha çiqas dişibe têkiliyên kevnar ên jin-mêr. Di nava civaka baviksalarî de di nava zanistê de wekî ku jin ne zîrek û mêr jî zîrek be tê nîşandan û wekî ev yek jî xwezayî be rewa dikin. Lê belê piştre hat hînbûn ku ya dibe sedem sperm were bi hikê bizeliqe taybetmendiya hêkê ya hilberandina proteînê ye û dema sperm û hêk tên hemberî hevdu di nava hevdu de dihelin. Em lê dinêrin ku tipa modern li ser navê zanistiyê rastiya jinê manîpule dike. Herî zêde ev beş palpişta zihniyeta baviksalarî dike û zayendiya civakî xwedî dike.
Ji xeynî tipê zanista biyolojiyê jî bi hinek îdeayên xwe newekheviya xwe dispêre cudatiya zayendiyê ji bo rewa bike xizmet kiriye. Argumanên zanista modern ên a têkildarî jinê tahakkuma zihniyeta baviksalarî û kesayeteke zayendperest xurt dike. Dibe sedem pirsgirêkên mirovahiyê neyên çareserkirin û giran bibe û mirovan ber bi karesatekê ve bikşîne. Mifteya çareseriyê pênasekirina jinê ya rast e. Tahlîla rast a rastiya jinê ancax bi destgirtina xwezaya wê ya rast pêk were. Heta xwezaya jinê di nava tarîtiyê de bimîne ew ê hemû xwezaya civakê jî ronî nebe. Ji bo xwezaya civakî bi awayekî berfireh û rast ronî bibe divê xwezaya jinê ronî bibe. Îtiraza jinên zanistiyê yên femînîst û têkoşîna wan a li dijî argumanên zanista modern a zihniyeta baviksalarî di nava zanistê de diparêze, di qada kesayete saxlem a zanistiyê de xwedî roleke girîng e. Ji bo zanistî bikeve kesayeteke ji zayendiyê, nîjadan, baweriyan û îdelojiyan cuda lêgerînekê dest pê kiriye. Tevî hemû astengî û zehmetiyan ev hewildanan ji bo zanist ji bin hegemonyaya desthilatdaran derkeve bi nirx e. Bihêzkirina vê lêgerîn û hewildanê peywira hemû kesên dixwazin xizmeta heqîqet û mirovatiyê bikin.