Li Bîstanên Bajêr ên Komûnê berhemhilanîna pêşîn hat kirin 2026-08-13 17:08:01   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo bihêzkirina aboriya jinan, zindîhiştina tovên xwemalî û teşwîqkirina hilberîna ekolojîk projeya Bîstanên Bajêr ên Komûnê yên Jinan xiste dewrê û berhemhilanîna destê pêşîn hat kirin. Jinên ku hemû qonaxên hilberînê bi hev re meşandin, sewze û nebatên bijîşkî û aromatîk ên ku çandibûn civandin/çinîn.   Li Bîstanên Bajêr ên Komûnê berhemhilanîna pêşîn hat kirin   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên xwe yên ji bo bihêzkirina aboriya jinan û belavkirina hilberîna ekolojîk berdewam dike. Bi pêşengiya Rêveberiya Bihêzkirina Aboriya Jinan a di bin banê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan de, li Bîstanên Bajêr ên Komûnê yên Jinan berhemên yekem ên ked û piştgiriyê hatin çinîn.   Jinên ku di hemû qonaxên proseya hilberînê de cih girtin, li bîstanên li jîngeha Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî ya li Talaytepeya navçeya Kayapinarê berhemên herêmî û xwemalî yên ku gihandibûn civandin.   Jêrxaneya teknîkî ya bîstanan ji aliyê şaredariyê ve hat amadekirin   Di çarçoveya projeyê de ku bi hevkariya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan û Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî tê meşandin, zeviyên ku hilberîn lê bê kirin hatin diyarkirin. Jêrxaneya bîstanan û hewcedariyên teknîkî yên ji bo hilberînê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatin dabînkirin.   Di projeyê de ku armanca wê zindîhiştina tovên xwemalî, teşwîqkirina hilberîna ekolojîk û pêşxistina kultura piştgiriyê ya di navbera jinan de ye, tevî sewzeyan nebatên bijîşkî û aromatîk jî têne çandin. Jin dê di qonaxa yekem de berhemên mîna balîcan, bacanên sor (tomate), îsot, pûng (nane), cehtir, rosmarîn (biberiye) û beybûn/eynîsefa ku ji bîstanan bi dest xistine ji bo hewcedariyên malên xwe bi kar bînin.   Bîstan bi şitilên ji tovên xwemalî hatine hilberandin hatin çêkirin   Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer, derbarê hûrgiliyên projeyê de agahî dan û diyar kir ku Bîstanên Bajêr ên Komûnê yên Jinan bi pêşengiya Rêveberiya Bihêzkirina Aboriya Jinan hatine çêkirin. Sumer da zanîn ku zeviyên hilberînê hatine diyarkirin û jêrxaneya teknîkî ya pêwîst ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatiye amadekirin û got ku proje bi hevkariya Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî tê meşandin. Sumer diyar kir ku yek ji taybetmendiyên herî bingehîn ên bîstanan bikaranîna tovên xwemalî ye û qadên hilberînê bi şitilên ji tovên xwemalî hatine bidestxistin hatine avakirin.   Karkerên demsalî di hilberînê de cih digirin   Sumer aşkere kir ku proje bihêzkirina aboriya jinan jî armanc dike û bal kişand ser ku li bajêr jinên ku ji bo karkeriya demsalî koç dikin jî hene. Sumer got ku bi pêşengiya van jinan grubeke hilberîn û komûnê ya jinan a ji 15 kesan hate avakirin û vê grubê hemû berpirsiyariya bîstanan girtiye ser milê xwe.   Sumer anî ziman ku jin ji çandiniyê heta dirûnê/çinînê, ji paqijkirina giyayên zirarber heta civandina berheman hemû qonaxên hilberînê bi hev re dimeşînin û proses bi têgihiştineke xebatê ya hevpar û wekhev berdewam dike.   Ji sewzeyan heta nebatên bijîşkî û aromatîk hilberîneke berfireh   Sumer anî ziman ku jin di qonaxa yekem de bi seezeyên ku hilberandin hewcedariyên malên xwe bi cih tînin û armanc ew e ku agahî, ezmûn û jêhatiya teknîkî ya di proseya hilberînê de bi dest dixin di serdemên pêş de derbasî qadên cuda bikin.   ‘Kedeke gelekî mezin heye’   Sumer bal kişand ser cihêrengiya hilberîna li bîstanan û wiha got: “Niha hem qadeke me ya sewzeyan heye; anku ji balîcanê heta bacanê sor û îsotê. Hem jî qadeke me ya ku nebatên bijîşkî û aromatîk lê têne gihandin heye. Ji pûnga bijîşkî heta cehtirê, biberiye û eynîsefayê qadeke çandî heye. Dîsa li bîstanekî me yê din jî çandina xiyaran hat kirin. Kedeke gelekî mezin heye.”   Jin bi ezmûn û zanîna teknîkî ya ku di bîstanan de bi dest dixin, armanc dikin ku di paşerojê de hilberînê belavî qadên berfirehtir bikin û di aboriya bajêr de roleke çalak xurtir bilîzin.