Tiştên ji kavilê man: Ked heye, beramberê wê tuneye 2026-07-25 09:03:13   Evîn Çîftçî   HATAY- Jinên Hatayê ku piştî erdheja 6’ê Sibatê hewl dan bi keda destê xwe debarê bikin diyar kirin ku krîza aborî bandorek mezin li ser hilberînê kiriye û wiha gotin: “Em kedê didin lê em beramberê wê nagirin.”   Di 6’ê Sibatê de navenda wê Mereş erdhej pêk hat û di ser erdhejê de tevî ku 3 sal derbas bûye jî hîna li Hatayê jiyan venegeriyaye jiyana normal. Ji starbûnê heta gelek qadî pirsgirêk didomin û krîza aborî ya her diçe giran dibe bandorek mezin li ser jiyanê dike.   Li Hatayê jinên bi çêkirina keda destan debara xwe dikin, hewl didin jiyanek nû ava bikin.     Kavil û aboriya her diçe giran dibe   Semîra Marangozoglu da zanîn ku ji bo debara xwe hewl dide tiştekî bike û wiha anî ziman: “Ji 1997’an de li Navenda Perwerda Gel dixebitim û piştre teqawît bûm. Em gelek ji erdhejê bandor bûn. Krîza aborî jî bandorek mezin li jiyana me kir. Em di şertên zehmet de dijîn. Ez morîkan ji Mersînê digirim. Lê mixabin em beramberê keda xwe nagirin. Piştî erdhejê hêza mirovan a girtinê ket.”     ‘Tevî her tiştî hilberîn xweş e’   Hadra Çîvî jî destnîşan kir ku ew beramberê keda xwe nagirin û wiha dirêjî dayê: “Ez her cureyê hunera destan çêdikim. Em bi hevalan re dihatin gel hev û tevli qursan dibûn. Hinek hevalên me dibin hoste û qursan vedikin. Piştî erdhejê em bi hevalan re tevli qursê bûn. Em di piştevaniyê de ne. Ev tiştekî baş e. Hatina gel hev baş e. Hatina gel hev xweş e. Lê em beramberê keda xwe nagirin.”     ‘Rewşa me qet ne baş e’   Zeynep Temîzkan anî ziman ku jiyana wan pir zehmet e û wiha berdewam kir: “Em malbat 4 nifûs in. Du zarokên min hene yek diçe zanîngehê yek diçe dibistana amadehiyê. Ez neçar im bixebitim û li zarokên xwe binêrim. Qezenca me kêm e. Ez ji malê dixebitim. Em berhemên xwe erzan difroşin.”     ‘Em nikarin kirê û bacê bidin’   Dîdem Beyaz jî destnîşan kir ku ji ber aboriyê sê çar karî bi hev re dike û ev tişt anî ziman: “Ez xişirê li malê çêdikim, difroşim. Ez berhemên keda destan tînim difroşim. Em dixwazin beramberê keda xwe bigirin. Ji ber kirê û bacê em nikarin dukanê vebikin. Em li malê karê xwe dimeşînin. Divê hemû jin hewl bidin. Bila li bendê kesî nesekinin.”   ‘Mûçeyê teqawîtbûnê têr nake’   Semîre Mîmbarogullari jî diyar kir ku ji ber mûçeyên teqawîtbûnê têr nake berhemên bi destan çêkiriye difroşe û got ev 15 sal in vî karî dike. Semîre Mîmbarogullari wiha  berdewam kir: “Ez li Perwerdehiya Gel wek mamoste dixebitim. Niha teqawît bûme. Lê em di mîhrîcanên wisa de standê vedikin. Ji bo debarê em hewl didin. Em hewl didin debara xwe bikin. Mûçeyê teqawîtbûnê têr nake. Ji ber vê em hewl didin karên din jî bikin.”   Nuran Ozdemîr jî bi lêv kir ku beriya erdhejê dest bi vî karî kiribûye û piştî erdhejê hîn bêtir hewcedariyên wan çêbûne û wiha dawî lê anî: “Em hewl didin berhemên keda destê xwe bifroşin. Em debara xwe bi van dikin. Em çi bifroşin ji bo me baş e. Piştî erdhejê rewşa me xerabtir bû. Niha krîza aborî bandorek mezin li me dike.”