Jin di lokanteya dixebitin de piştevanî û îstîhdamê zêde dikin 2025-11-15 09:04:24   RIHA - Şaredariya Hewagê lokanteya gel vekir û bi vê re ji jinan re qada îstîhdamê hat firandin û xebatkarên lokanteyê jinin. Fatma Çakmak ku xebatkara lokanteyê ye wiha got: “Em dixwazin zêdetir xebata jinan bibînin, dixwsazin jin li zêdetir qadan bên dîtin.”   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek şaredarî bidest xistin. Piştî ku şaredariyên DEM Partiyê dest bi peyweirê kirin ji bo jinan xebat meşandin û qad vekirin. Yek ji van şaredariya ya Hewag a Rihayê ye. Şaredariya Hewagê ji bo jinan qada îstîhdamê afirand û di 18’ê Sibatê de lokanteya gel vekir û xebatkarên wê jinin. Xebatkara lokanteyê Fatma Çakma li ser girîngiya xebatkarên jin a lokanteyê û karên rojane axivî.   ‘Em dixwazin hîn bêtir jinan li qadan bibînin’   Fatma Çakma da zanîn ku hevşaredara Hewagê Ayşegul Kapikayali ji bo jinan qada îstîhdamê afirandiye û wan ji vê hêz girtine. Fatma Çakmak wiha dirêjî dayê: “Seranserê rojê em bi hevalên xwe re bi keda jinan re li vir ji 150-300 kesî re xwarinê çêdikin. Destpêkê muşteriyên jin ev der tercîh nedikirin. Piştre muşteriyên jin, hevalên esnaf hatin vir û piştgirî dan me. Di demê de xwarinên me pir diecibandin û em pîroz dikirin. Destpêkê eleqe kêm bû. Bi demê re hat bihistin. Me sê jinan li vir xwarin çêdikir. Xwarinên me di rupela şaredariyê de hatin parvekirin. Bi piştgiriya şaredariyê hevalên me yên jin ji derveyê lokanteyê jî dest bi xebatê kirin. Em dixwazin hîn bêtir jin li qadan bên dîtin.”   ‘Em bi ekîp plankirî dixebitin’   Fatma Çakmak diyar kir ku li lokanteyê xebatek komun dimeşînin û wiha bi lêv kir: “Em sibehê şorbeya nîskan çêdikin. Hevalên me bi 20 TL jê fêdeyê digirin. Nîvro  xwarina me saet 12’an de derdikeve. Em her roj xwarinê diguherin. Heta 14.00’an serwîsa xwarina me heye. Em plankirî dixebitin.”   ‘Em pêşeroja xwe ava dikin’   Fatma Çakmak anî ziman ku jin bixwazin dikarin her tiştî bikin û got divê hemû jin xwe pêş bixînin. Fatma Çakmak wiha dawî lê anî: “Bila hemû jin li ser piyên xwe bisekinin Jin xurtin. Bila bi hêza xwe bawer bin. Jin bixwazin dikarin her tiştî bikin. Divê em xwe pêş bixînin, pêşeroja xwe av a bikin.”