'Me dest ji fêkî berdaye, em sebze nîv kîlo digirin' 2025-09-25 09:02:41   Nazlican Nûjîn Yildiz    ÎZMÎR - Jinên destvala ji bazarê vedigerin diyar kirin ku he rtişt bihaye û nikarin sebze û fêkî bigirin. Jinan gotin yên herî zêde ji krîzê bandor dibin jin in.   Krîza aborî her diçe giran dibe û gel ji ber krîzê nikare hewcedariyên sereke bigirin. Lê desthilatdarî îdia dike ku aboriya welat roj bi roj baş dibe.  Navenda Lêkolîna Çînî ya Sendîka Bîrleşîk Metal Îş (BÎSAM) di meha tebaxa 2025’an de sînorê birçîbûnê 26 hezar û 149, ya xizaniyê jî 90 hezar û 450 aşkera kir. Navenda Lêkolîna Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES-AR) di meha îlona 2025’an de daxuyand ku lêçûna xurekan a malbateke 4 nifûsî 37 hezar û 173 ye. Li gorî BES-AR’ê sînorê birçîbûnê 58 hezar û 335 e, ya xizaniyê jî 90 hezar û 279 e.  Mûçeyê asgarî jî 22 hezar û 104 lîraye. Mûçeyê asgarî ji sedî 68.17 di bin sînorê xizaniyê de dimîne.   Yên herî zêde ji krîzê bandor dibin jinin. Jinên diçin bazaran dest vala vedigerin. Jinên çûn bajara Çîmentepe ya Konak a Îzmîrê der barê mijarê de axivîn û got êdî girtina sebze û fêkiyan luks e.   ‘Ji me çi dixwazin?’   Nuran Uspala diyar kir ku teqawîte û xurekên bazarê gelek bihane û got: “Bi mûçeyê teqawîtê em debrê dikin. Li rewşa me binêrin em perîşanin. Mûçe têr nake. Zarokên min neviyên min hene. Di vê rewşê de ne pêkane em debraê bikin. Em nikarin nîv kîlo kiyme bigirin. Xanî kirê ye, têr nake. Fatureyên av, ceyran û telefonê hene. Çi ji me dixwazin? Mirov çi bikin? Kirê bidin, alavan bigirin, wê çi bikin?Wê ciwan çi bikin? Ev prisgirêk çawa çareser bibe nizanim. Tiştek ji destê me nayê.”   ‘Me dest ji fêkî berdaye’   Sureyya Gerîdonmez jî bi gotinên "Em tê pazarê lê em nikarin tiştekî bigirin" dest pê kir û got: “Ez bi 400 lîra hatim bazarê. Zarok tiştan dixwazin em çi bigirin? Em yekî digirin ya din dimîne. Hevjînê min nexwşe felç e. Wê çawa bibe? Xanî kirê ye. Jiyanê em qedandine. Divê yên serî bifikirin. Rewşa gel wê çawa bibe. Em tên bazarê lê em li çi dinêrin 150 lîra ye. Em sebze nîv kîlo digirin. Me dest ji fêkî berdaye.”   ‘Bila zikê me têr bibe’   Sureyya Gerîdonmez wiha dawî lê anî: “Ji ber bihayan me ji bo zivistanê tiştek amade nekir. Ez ji bamya hez dikim lê em nikarin bigirin. Ji ber pir bihaye. Em êdî bêzar bûne. Welat qedandin. Li Tirkiyeyê tiştek nemaye. Em dewlemendiyê naxwazin. Em dixwazin zikê me têr bibe.”   ‘Rewşa jinan zehmetir e’   Aşkin Korpe jî bi lêv kir ku xurek pir bihane û wiha dirêjî dayê: “Her kes zehmetiyan dikşîne. Rewş ne başe. Zivistan hat me tiştek nekir.  Me tirşî jî çênekiriye. Em nikarin ji neviyên xwe re fêkî bigirin. Ev wisa nabe. Demek dirêje rewş wisa xerabe. Mirov nikarin bi mûçeyê asgarî debarê bikin. Kirê bihane. Bi vî pereyî wê çi bikin. Rewşa jinan hîn zehmete. Tên bazarê lê nikarin tiştekî bigirin.”   ‘Me girt lê her tişt nîvco ma’   Emel Acar jî wiha bi lêv kir: “Her tişt bihaye. Me girt lê her tişt nîvco ma. Çima evqas bihaye? Em dizanin. Her kes li gorî xwe biha datîne. Divê ev bên kontrolkirin. Yên herî zêde bandor dibin jinin.”   ‘Debare zehmet e’   Hamdiye Çerî jî destnîşan kir ku kîloya sebze 70-80 lîra ye û wiha anî ziman: “Debare zehmet bûye. Mûçeyê asgarî têrê kê dike?Ez ji bazarê hatim lê min tiştek negirt. Mirov bi hezar lîra jî bên têr nake. Tenê keça min dixebite. Ew jî mûçeyê asgarî digire. Divê demildest dewlet rewşê çareser bike.”