Li Colemêrgê dema çavreşkê ye
- 09:05 22 Îlon 2021
- Jiyan
COLEMÊRG - Çavreşk a li Çelê dema biharê tê çandin, niha dema rakirina wê ye. Çavreşk ya bi rêbazên gelêrî tê gîhandin, pêvajoya wê ya ku ji çandinê heta ser sifreyan ji aliyê Lodir Yilmaz ve hat vegotin.
Colemêrg bi taybetiyên xwe yên xaniyên ji kevir, tahîna ji kunciyan çêdibe, hinar û tiriyê xwe navdar e xwedî axek dewlemend e. Li Colemêrgê her wiha çavreş (fasula belekî) jî tê zanîn û niha dema hasada wê ye. Çavreş ji ser sifreya gelê herêmê kêm nabe. Li Çelê bi hatina biharê re tê çandin û payîzê jî tê rakirin.
Jina bi navê Lodir Yilmaz ya li bajar dijî astên çandina çavreşkê vegot.
Em bi berhemên xwe debara xwe dikin
Lodir ji gundê Şîvîşkî di temenê biçûk de koçî Çelê dike. Lodir diyar dike ku bi berhemên diçînin debara xwe dikin û wiha got: “Ji ber rewşa malbata min nebaş bû em neşandin dibistanê. Em li gund bûn. Me pez xwedî dikir, karê gund dikir. Me baxçe diçand û bêrîvanî dikir. Em hîna jî heman karî dikin. Hatineke me ya din tune ye. Em bi keda xwe debara xwe dikin.”
‘Jin her tim zehmetiyê dikşînin’
Lodirê bi lêv kir ku ji berê de jinên li herêmê bi berhemên digirin debara xwe dikin û wiha pê de çû: “Jin her tim baxçeyan diçînin, pez didoşin, bi berhemên şîr debara xwe dikin. Berê marketên mezin tunebûn. Dayikên me bi kewzanê sabun çêdikirin. Berê derfet zêde tunebûn. Jinan pir zehmetî dikişandin.”
Çavreşk ji ser sifreyan kêm nabe
Lodirê behsa çandina çavreşkê kir û got di baharê de bi çandina birincê re dest bi çandina çavreşkê jî dikin û wiha dirêjî dayê: “Em biharê dest bi çandina çavreşkê dikin. Em sê mehan lê dinêrin. Av didin. Heta meha çaran, em bi baldarî lê dinêrin. Piştî 4 mehan şûnde em kom dikin, ji kaşilan didin alî. Em paqij dikin, du caran di avê de dipijirînin, piştî pijirandinê tê asta xwarinê. Em di girar de bi kar tînin, lê em dikin selete û şorbeyê jî. Dema ji me zêde be em difroşin jî. Yên dimînin em ji bo zivistanê vedişêrin. Mirov pir jê hez dikin. Ji me dixwazin. Em kîlo bi 15 TL didin. Lê carinan em 20 jî didin.”