70 kes di lehiyê de jiyana xwe ji dest da

  • 13:14 16 Tebax 2021
  • Jiyan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kastamonûyê 60, li Sînopê 9 û li Bartinê jî kesekî di karesatên lehiyê de jiyana xwe ji dest dan. Hejmar bi tevahî derket 70’yî. 
 
Hejmara kesên di karesatên lehiyê yên li herêmên Rojava û Navendî yên Deryaya Reş rû dan de, jiyana xwe ji dest dan derket 70’yî. Serokatiya Rêvebiriya Afat û Rewşa Awarte (AFAD) ragihand ku li Kastamonûyê 60, li Sînopê 9 û li Bartinê jî kesekê jiyana xwe ji dest daye. Dermankirina 8 welatiyan a li nexweşxaneyê jî didome. 
 
Li bajaran xebatên lêgerîn û tehliyekirinê didomin. Li gorî daxuyaniya AFAD’ê heta niha li navçeya Ûlûs a Bartinê 341, li Kastamonûyê hezar û 480 û li navçeya Ayancik a Sînopê jî 560 welatî hatine tehliyekirin. Welatiyên ku hatine tehliyekirin li wargehên xwendekaran hatine bi cih kirin û li herêmê dest bi danîna konan hat kirin.