'Ger bikevim nava tora fuhuşê, berpirs dewlet e'

  • 09:05 15 Hezîran 2021
  • Jiyan
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jina bi navê A.A ku bi komkirina xurde û alavên ji plastîkê debara xwe dike, 4 zarokên wê ji aliyê dewletê ve li wargehê hatin bicihkirin. A.A ku bi du zarokên xwe re têkoşîna jiyanê dide, diyar kir ku ji bo zarokên xwe bigire ne pêkan e şertê wê baş bibin û got serî li saziyên dewletê daye lê bersivek erênî negirtiye.  
 
A.A  got ‘Hindik maye bikevim nava tora fuhuşê, berpirs dewlet e.’ A.A banga piştevaniyê kir.
 
Li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê jina bi navê A.A ku bi komkirina xurde û alavên plastîkê debara xwe dike,  ji bo têkoşîna jiyana xwe ya bi 6 zarokên xwe re dide, bimeşîne, li bendî piştevaniyê ye. A.A û 6 zarokên xwe ewil di kon de jiyan û piştre ekîbên zabiteyê bi ser kon de girtin û bi tirsa ku zarokên wê ji aliyê Saziya Civaka Xizmetê jê bê girtin, qebûl dike ku li konteynira Navenda Starbûna Demborî ya Walîtiya Bayrakli bi cih bibe. Lê li vir jî ji ber nasnameya xwe ya Romanî rastî newekheviyê tê.
 
 Her çiqas ji bo zarokên xwe qebûl bike ku li konteynirê bijî jî, nikaribû pêşî lê bigire ku zarokên wê jê neyê girtin. 4 zarokên wê yên di temenê 10, 8, 6 û 2 jê hat girtin û ji aliyê Saziya Starbûna Zarokan li wargehê hat bicihkirin. A. A niha bi du kurên xwe re têkoşîna jiyanê dide û yekane daxwaza wê ev e ku maleke wê ya bi zarokên xwe re bijî hebe. A. A  da zanîn ku ji hefteyekê carekê zarokên xwe dibîne û got bi komkirina plastîk û kaxizê debara xwe dike, bi xetereya ku bikeve nava tora fuhuşê re hatiye rû hev. A.A banga piştevaniyê li her kesî kir.
 
‘Ewil hêvî dan piştre zarokên min girtin’
 
A.A destnîşan kir ku dema li konteynirê hatiye bicihkirin, soza kar û xanî dane wê û wiha dirêjî da gotina xwe: “Hêvî dan min lê tiştek nekirin. Em ji bo demekê di xaniyekî de man lê me nikaribû 650 lîra kirê bidaya. Ji bo ez zarokên xwe bigirim, hewce bi xaniyekî bi alav û hewcedarî bi karekî heye.”
 
‘Rastî newekheviyê hatim’
 
A.A di dawiya axaftina xwe de wiha vegot: “Ez bi fikar im ku nikaribim zarokên xwe bigirim. Tiştên ku me di xewna xwe de nedîtiye, ji me tên xwestin. Em bi konteynirê bawer bûn, me got em di bin siya dewletê de ne, me got wê alîkariyê bide. Ji bo her kesî hezar û 100 lîra dan. Lê tevî min serlêdan kir jî nedan. Tiştek bê serê min, ez bikevim riya xerab berpirs dewlet e. Dayîna qutiyek xurek  ne alîkarî ye. Di konteyniran de em avêtin quncikên herî dûr. Ji bo em kesî nerehet nekin. Newekhevî kirin.”