'Keda min vala tê derxistin'
- 09:15 14 Gulan 2021
- Jiyan
Medya Uren
MÊRDÎN - Hatîce Eren a temenê xwe bi karkeriya ser erdan re derbas kiriye da zanîn ku ked wan vala tê derxistin û wiha got:"Ez her bi hêviya ku malbata min birçî nemîne kedê didim lê belê keda min vala tê derxistin."
Mêrdîn xwedî erdnîgariyek dewlemend a çandiniyê ye. Lê belê ji ber derfetên kêm karkerên erdan tucarî ji vê dewlemendiyê sûdê nastînin. Hertim yên xizan dimînin jî ew in. Hatîce Eren (45) a ku 8 zarokan bi karkeriya erdan mezin kiriye wiha dibêje:"Ji bo zarokên me weke me rezîltiyê û xizantiyê nebînin me wan da xwendin, lê mixabin 4 zarokên min ên zanîngeh qedandine bê kar in û ew jî weke me di nav erdan de dixebitin."
‘Em nanozikê dixebitin’
Hatîceyê da zanîn ku ew beramberê keda xwe nagirin û wiha got: “Min di temenkî biçûk de dan zewicandin. Ji zarokatiya xwe heta ez mezin bûm min gavantî, bêrîvantî, bermalîtî û xebatkarî kiriye. Bi hezaran kar li ser pişta me bû. Me temenê xwe bi rezaletiyê û xizantiyê borand. Ez her bê navber dixebitim û heta niha jî dewlemendiyek nebûye para me. Em karkerên erdan tim xizan in. Ne piştgirî ne jî temînatek me heye. Em nanozikê dixebitin. Niha jî em bi malbatî li ser erdên xelkê çandiniya tûtin, firingî, îsot dikin. Lê em nikarin debara xwe bikin.”
‘Keda min vale derxistin’
Hatîceyê da zanîn ku keda wan vala hat derxistin wiha berdewam kir: “Ji bo zarokên min weke min mezin nebin heya dawî min li ber xwe da. Ez ji her karî re amede bûm. Min digot bila ew jiyana xwe rizgar bikin. Li gundên me dibistan tune bûn û pirsgirêka çûn û hatina navçeyê pir bû. Ji bo zarokan em çûn navçeyê. Em çûn navçeyê lê ez her roj ji bo karkeriyê dihatim gundê Xursê. Bêderfetiya ku dewlet diafirîne keda min vala derxist. Ji 8 zarokên min niha 4'an zanîngeh qendandine. Yek ji wan jî nehatiye tayînkirin. Li şûna bijîşktî û mamostetiyê bikin ew ji tên li ser erdan dixebitin. Tişta ku min nedixwest ew bikin niha dikin. Ji ber ku neçarin karekî din tune ye.”
‘Torpîla me tune ye’
Hatîceyê bal kişand ser rewşa ku ew niha tê de ne û wiha dibêje: “Ez dixwazim niha lawê xwe yê mezin bizewicînim. Lê ne kar e ne jî dirav e. Em ê çawa bizewicînin jî em nizanin. Rojekê Walîyê Qoserê hat Xursê. Ez jî bi vê rewşa xwe ya herî û qirêj ketim pêşiya wî min jê re bêkarî û xizaniya em tê de ne vegot. Lewra soza alîkariyê da û bêdeng ma. Ji ber ku tu kesê me tune ye. Ji ber ku torpîla me tune ye. Kesên wek me wê tim xizan bin. Ji ber ku hişmendiya heye xirab e.”
‘Em çawa debara xwe bikin?’
Hatîceyê da zanîn ku ew nizanin dê çawa debara xwe bikin û wiha bi dawî kir: “Em beriya roj derkeve di nav erdan de ne. 11 mehên me li ser van erdan derbas dibin. Her karê wê jî zor e. Em bi kirê jî erd diçînin. Ya em ji vir qezenç dikin em nîvê wê didin xwediyê erd. Ava wê mesrefa wê jî li aliyekî, em jê tiştekî nastînin. Jixwe ev 2 sal in em firotinê nikarin bikin. Tûtina me ya par jî li gel me maye û hîna nehatiye firotin. Divê alîkarî ji bo karkeran were dayin. Karker birçî ne. Ka bila werin bêjin em çawa debara xwe bikin. Zarokên me jî nikarin kar bibînin. Weke ku xwendin li me bû bela û mesref. Li vir xwendin jî pere nake.”