Amîneya penaber e: Dixwazim vegerim welatê xwe

  • 09:09 12 Gulan 2021
  • Jiyan
Hîkmet Tunç
 
WAN - Amîne Faqîr a ji ber pevçûn û şerê li welatê xwe koçî Wanê kir, ji ber pêvajoya pandemiyê û pirsgirêkên aborî, li ber deriyê xwe tezgah vekir.  Amîne ku rojê bi 30 TL hewl dide kirê, av, ceyran û lêçûna mutbexa xwe peyda bike, diyar kir ku xeyala wê ya herî mezin vegera welat e.
 
Penaberên ku ji ber şer û pevçûnên li welatên xwe koçî Tirkiyeyê kirine, bi gelek binpêkirinên mafan re tên rû hev. Li Tirkiyeyê ku krîza aborî her diçe giran dibe, bêguman bandora herî mezin jî li ser jin û zarokên penaber dike. Wan, ji ber ku bajarê sînor e, dibe cihê derbasbûna penaberên Afganîstan û Îranê.  Penaberên derbasî Wanê dibin, hinek ji ber şerd û mercan diçin bajarên din hinek jî dimînin.
 
Li serê her kolanê jin û zarokên penaber
 
Ji ber sedemên aboriyê yên herî zêde mexdûr dibin jin û zarokên penaberbin. Hema hema li serê hemû kolanê jin û zarokên penaber hene. Hinek li ser kolanan peçeteyan difroşin, hinek parsekiyê dikin. Jin û zarokên dixwazin li cihekî bixebitin jî rastî îstîsmar, tacîz û tecawizê tên.
 
Tecawiz li zaroka penaber a bi navê B.H hatibû kirin
 
Zaroka penaber a bi navê  B.H ku bi malbata xwe re ji welatên xwe reviyabûn, di 18’ê Mijdara 2019’an de  ku li kolanan peçete difrot rastî tecawizê hatibû. Her wiha dîsa jineke din a penaber a ji Îranê ji ber zextan hatibû vir, di roportaja dabû ajansa me de gotibû gelek jinên penaber ji ber aboriyê fuhuşê dikin.
 
Piştî tecawiz derket holê hewl dan şûnde bişînin
 
Li Wanê li Navenda Şûnde Şandinê ya Kurubaş (GGM) jina bi navê Z.N ya Îranî rastî tecawiza peywirdarên ewlehiyê Î.H.K û Y.V û kesekî ku nasnameya wî nayê zanîn hat. Piştî tecawiz derket holê, hewl dan ku Z.N bişînin welatê  wê.
 
Yên herî zêde ji krîza aborî bandor dibin jin in
 
Di 26’ê nîsanê de bi biryara girtinê re li seranserê welat 17 roj pêvajoya girtinê dest pê kir. Bêguman yên ku qet nebûn rojev jin û zarokên penaber bûn. Jina bi navê Amîne Faqîr a ku sê sal berê ji Afganîstanê ji ber şer hat Wanê li taxa Seyît Fehîm Arvasî ya Îpekyolê bi cih bû. Amîne Faqîr jî yek ji hezaran jinên penaber ku têkoşîna jiyanê dide ye.
 
Tezgah vekir
 
Amîneyê li ber deriyê xwe kase danîn û şînahî danî ser û bi firotina van hewl dide debara xwe bike.  Amîne ku berê li hala sebzeyan firotin dikir, bi pêvajoya girtinê re karê xwe li vir didomîne. Amîne ji ber ziman nizane jî pirsên me fêm nake. Yek ji pirsgirêka herî mezina  penaberan ziman e. 
 
Neviya Amîneyê, wergera çîroka Amîneyê dike û dibêje ‘şer pir xerab bû’. Piştre Amîne lê zêde dike: “Bi salan bû şer li welat hebû. Min jî bi zarokên xwe re koçî Wanê kir. Em bi şev li derve man lê tu car em ewqas neketibûn zorê. Ez rojê bi 30 TL tişt difroşim. Fatura ceyran, av, kirê û lêçûna mutbexê qezenc dikim. Em nikarin debarê bikin. Em 5 kes li malê ne. Keçek min astengdar e. Ji ber şer lingekî xwe winda kir. Em zehmetiyên mezin dikşînin.”
 
‘Xeyala min ev e ku vegerim welatê xwe’ 
 
Amîneyê di dawiyê de wiha got: “Qe nebû berê min li nokteya firotina din pereyek baş qezenc dikir. Niha zehmetiyan dikşînim. Yekane xeyala min ev e ku vegerim welatê xwe. Malbata min hîna li wir e. Gelo kî dixwaze ji warê xwe veqete?”