‘Ez ji jiyana gundê Surp Dîgînê hez dikim’
- 09:04 21 Çile 2021
- Jiyan
WAN - Tevî şert û mercên zehmet ên gund jinên dest ji axa xwe bernadin, jiyana xwe di nav xwezayê de derbas dikin. Jinên li gundê Surp Dîgînê dijîn havînan derdikevin lûtkeyên çiyan û gîha kom dikin zivistanê jî sewalên xwedî dikin.
Ji avabûna civaka ehlaqî û polîtîk heta niha jin bi keda xwe bûye kirdeya jiyanê û zanîna wê jî her tim ji aliyê zîhniyeta mêr ve hatiye dizîn. Jinan her tim li dijî vê li ber xwe daye. Ji xwezayê heta aboriyê û tenduristiyê rengê jinê dertê holê û barê herî giran dîsa li ser milê jinê ye. Li gundê Surp Dîgîn a navçeya Şax a Wanê jinên ku karê baxçe, komkirina guzan, sewalan xwedî dikin. Di mehên zivistanê jî tenê bi sewalan xwedî dikin. Ji ber zextên dewletê û şert û mercên zehmet yên dewletê her çiqas ji navçeyê koçberî zêde be jî yên mane jî bi jiyaneke hevpar jiyana xwe berdewam dikin.
‘Ez berhemên keda destê xwe difroşim’
Safiye Alîtaş ya 23 salî ku ji ber zextên dewletê ji gundê Arkanis koçî Surp Dîgîn bûye û wiha behsa rewşa xwe kir: "Min nexwest ez ji axa xwe dûr bikevim. Ji ber vê em hatin cihekî nêz. Jiyana min navbera van çiyan de derbas dibe. Berê me debara xwe bi sewalkariyê dikir. Min havînê xwe pezê xwe digirt û dibir çiyê diçêrand. Min ji şîr, penîr û mastê wan debara xwe dikir. Ji bo daweta kurê xwe, min pez firotin. Niha ez bi berhemên ku bi destan çêdikim debara xwe dikim. Goreyan, laçikan çêdikim. Lêçûna goreyekê 20 TL û ez bi 25 TL difroşim. Mirov nikarin bikirin. Em wisa debara xwe dikin. Li vir debara bi sewalkarî û masîvaniyê dibe.”
‘Em diçin zozanan'
Safiyeyê bi lêv kir ku bi biharê re navçe gelek xweşik dibe û bi taybet di vê demsalê de jin diçin çiyê û nebatên wek siyabo, mendê, kereng kom dikin û got: “Em nebatên xwe ji bo zivistanê hişk dikin. Dema pezê me hebû jiyana me baş bû. Lê piştî wê debare zehmet bû. Mixabin cih kar jî tune.”
‘Ez ji jiyana vir hez dikim’
Safiyeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku tevî jiyana vir zehmete jî ew ji jiyana gund hez dike û wiha dawî lê anî: “Ez ji jiyana gund hez dikim. Hewaya paqije. Her kes hev nas dike. Em di rewşeke zehmet de bin dizanin ku wê hinek dest bidin me. Ji ber vê jî ez ji gundê xwe naçim tu derê.”