'Koçerî zahmet e lê em bêyî wê nikarin bijîn'
- 09:07 12 Çile 2021
- Jiyan
ŞIRNEX - Koçerên ku li gundê Dêra yê navçeya Hezexê konên xwe danîne, ji ber şert û mercên zivistanê di konan de zahmetiyan dikişînin. Jinên koçer diyar kirin ku jiyana koçeriyê gelek xweş e lê li gel vê xweşiyê zahmetiyên wê jî zêde ne.
Koçerên ku her sal meha Gûlanê diçin zozanan, dema dibe zivistan vedigerin bajarên germ. Koçerên ku 6 mehên salê li deştên germ û 6 mehên xwe jî li zozanên hînik dibihêrin bi sewakariyê jiyana xwe didomînin. Bi destpêkirina hewaya sar re koçerên ku ji zozanan vegeriyane niha li gundê Dêra yê navçeya Hezexê ya Şirnexê di konan de dimînin. Jinên koçeriyê dikin ji me re bahsa jiyana koçeriyê, xweşî û zahmetiyên wê kirin.
‘Me tu carî dev ji koçeriyê bernedaye’
Ji jinên koçer Sarya Sagunce(45) a ku ji Sêrtê ye, da zanîn ku ji roja ew çêbûye û heta niha koçeriyê dike û zozan bi zozan geriyaye. Sarya, bi lêv kir ku dema dibe havîn diçin zozanên hênik û zivistanan jî tên cihên germ û wiha got: “Em her sal havîn û zivistanan cihên xwe digûherînin. Ji ber vê jî jiyanek me ya gelek zehmet heye. Dema em havîn û zivistanan vedigerin beriya sewalan bînin tên konan vedidin. Ji bo ku dema sewal tên li derve nemînin. Em dema diçin zozanan û tên deştê mehekê rê dimeşin. Bi taybetî jî ew mehek gelek zor û zehmet derbas dibe. Em bi eslê xwe ji Sêrtê ne, havînan berê xwe didin zozanên Elkê yê Şirnexê. Zivistanan jî berê xwe didin cihên hênik. Em îsal hatin Hezexê û me konên xwe vedan. Li zozanan em bêrîvan pez didoşin ji şîr dikin mast û penêr. Her wiha em tûrikan jî bi destên xwe çêdikin. Ez heta niha li gelek zozanan geriyame. Li gel zahmetiyên ku em dijîn xweşiyên vê jiyanê jî hene. ”
'Koçerî zamet e lê em hîn bûne’
Sarya, diyar kir ku wê tu carî dest ji koçeriyê bernedaye û wiha domand: “Dayik û bavên me jî koçerî dikirin. Zarokatiya min jî li zozanan derbas bû. Em jî îro li ser şopa wan diçin. Koçerî gelek zehmet e. Zehmetiyên wê yên wek dotina pêz, xwedîkirina sewalan, çêkirina mast, penêr û hwd. hene. Lê em hînî vê jiyanê bûne û em bêyî wê nikarin bijîn. Dema baran dibare em gelek zahmetiyan dijîn. Jiyana me li deşt û zozan tim wek her rojê derbas dibe. Her roj em bi destpêka rojê re radibin û heman karî dikin. Em jin havînê bêrîvaniyê dikin, mast û penêr çêdikin, xwarinê çêdikin. Dema zivistanê jî sewalan xwedî dikin. Em nêzî mehekê bi rê de tên. Her wiha careke din veger jî heye û ew jî zahmet e. Em rojê du caran pez didoşin. Mast û penêrê ku em çêdikin em hinekî difiroşin û hinekî jî ji bo xwe dihêlin.”
‘Jiyana min di nav koçeriyê de derbas bû’
Jina koçer Fatim Yildiz(50) jî ku ji Sêrtê ye, destnîşan kir ku jiyana wan a koçeriyê gelek zehmet derbas dibe û wiha pêlda axaftina xwe: “Em her roj û her sal hemen karî dikin. Jiyana me tim bi koçeriyê derbas dibe. Em hersal berê xwe didin cihekî. Ev jî ji bo me gelek zehmet e. Ji ber ku em li wan deran tu kesî nas nakin, mirov nizane ku cihek çawa ye. Çûyîna zozanan zahmet e û veger jî zamet e. Lê em debara xwe bi koçeriyê dikin. Em li zozanan hiriya pezê xwe dibirin, mast û penêr çêdikin. Lê ne wekî berê ye li cih ku em diçinê em erda wê kirê dikin û ev jî dibe sedem ku qezenca xwe em nêvî didin ji bo vê kirayê. Li gelek cihên ku em diçinê ceryan tune ye. Li vêderê jî tune ye Em êvarê lokoz an jî fanosan vêdixin û li ber rûdininên ango karê xwe dikin. Lê şevbihêrkên me xweş in. Em carnan tên gel hev stranan dibêjin û çîrokan vedibêjin. Beriya ku tarî bibe em xwarina xwe dixwin. Jinên ku bi roj bêrîvanî kirine şîrê ku tînin dikin penêr, mast û rûn. Ez ji zaroktiya xwe heta vî temenê xwe koçeriyê dikim. Jiyana min bi koçeriyê derbas dibe.”