Li Şirnexê ji ber berfa bariya rê hatin girtin
- 12:20 23 Kanûn 2020
- Jiyan
ŞIRNEX - Li navçeyên Qileban û Elkê ji ber barîna berfê rê hatin girtin.
Li heremê ji ber berfa ku zêde barî li navçeyên Elkê û Qilebanê û gundên girêdayî navçeyê rêyên wan hatin girtin. Her wiha ji ber berfa barîya rê hatin girtin. Welatî nêzî 2 km meşiyan heta navçeya Elkê.
Ji aliyekî din ve jî ji bo rêyên ji berfê hatine girtin bên vekirin tu xebat nehatine kirin.