Koçbera Afganî: Ez nikarim zarokên xwe ji sermayê biparêzim

  • 09:13 9 Kanûn 2020
  • Jiyan
WAN - Necîbe Şatman a ku ji Afganistanê koçber bûye û niha li Wanê dimîne, bilêvkir ku zivistan gelek sar derbas dibe û ew nikare ji bo xwe û zarokên xwe germ bike sotemeniyê jî bistîne. Herwiha Necîbeyê anî ziman ku xaniyê tê de dimîne jî dilopan dike û banga alîkariyê kir.  
 
Koçberên ku ji bo jîyaneke baştir bijîn derdikevin rê rêwîtîya wan a dijwar gelemperî bi xemgînî bi dawî dibe. Ji bo koçberan bajarê Wanê bajarekî jê bên derbaskirinê ye. Bes carina ji ber hin sedeman nikarin ji Wanê derkevin û neçar dimînin ku li wanê bimînin. Koçber di bereqeyên ku bi derfetên xwe bi betanîyan çêkirine yan jî di xaniyên li ber hilweşînê de jiyaneke dûrî tendirustiyê dijîn. Gava ku demsal zivistan be  ji bo koçberan dem dijwartir derbas dibe.
 
Necîbe Şatman a ku ji ber şerê navxweyî yê Afganîstanê koçî Wanê kiriye dibêje: “Li Tirkîyeyê jî şert û merc nebşin. Êdî hewa sar bûye. ardûyê (sotemeniya) min tune ye. Gava ku baran dibera mala min dilopan dike. Ez nikarm zarokên xwe ji seramyê biparêzim."
 
‘Li Tirkiyeyê jî jiyan dijwar e’
 
Necîbeya ku ev du sal e li Wanê dimîne bilêvkir ku ji ber şerên navxweyî yê li welatên wan qewimiyê wê gelek zahmetî kişandiye û wiha dibêje “ Li Tirkîyeyê jî jîyan ji bo me dijwar derbas dibe, li vir jî kar tune ye û herwiha şewba koronayê jî heye. Em neçar man me mal û milken xwe li Afganîstanê hişt û em hatin vir. Me tiştekî xwe negirt  cem xwe. Mirovên li vir alîkarîya me dikin. Gelê Wanê baş e.”
 
‘Hewa sar bûye û em germ nabin’
 
Necîbe lê zêde dike û dibêje: “ Bi hatina zivistanê re pirsgirêka sermayê rûda û ji ber wê ez nikarim zarokên xwe ji sermaye biparêzim. Ez debara xwe bi alîkariya kesên derdorê dikim. Cilên ku ew didin min ez tînim li zarokê xwe dikim. Raxistina mala min tune ye. Hewa sar bû û ardûya min tune ye. Xweşka min jî berî bi 3 mehan hate Wanê, cîran pê re alîkar bûn û sobe û ardû danê. Ji bo ku zarokên min necemidin ez wan dibim mala wê. Dewletê komir neda min. Ez nizanim ez ê bi çi awayî bistînim. Vîrus jî heye lê em nikarn xwe bipaarêzin.”
 
‘Ez nikarim daxwazeke zarokên xwe jî pêk bînim’
 
Necîbeyê bal kişand ser rewşa aborî ya li Tirkîyeyê û destnîşan kir ku ew nikarin bi fona 600 TL ya ku her meh ji bo koçberan tê dayîn debara xwe bikin û wiha berdewam kir: “ Ji ber ku em zimanê tirkî nizanin kar nadin me. Ez her meh 400 TL kirêya xwe didim. Ên mayî jî ez didim fatûreya ceryan û avê. Hevjînê min di cihekî de dixebite ku roja wî 40 TL ye û em bi wî perî jî nikarin debara xwe bikin. Li  vir hertişt gelek biha ye. 3 zarokên min hene û ez nikarim pêwistîyên wan temam bikim. Ez nikarim ji bo zarokên xwe tiştekî biçûk ku dixwazin jî bistînim. Ev jî gelek min diêşîne.  Ji ber ku sîgotaya me ya tendirustiyê tune ye, nexwaşxane ji bo muayenê 100-200 TL pere distînin.”
 
‘Zarokan ji ber sermaye di paşila dayîka xwe de can dan’
 
Necîbeyê, pirsgirêkên xwe yên ku gava ji Afganîstanê koçî Tirkîyeyê kiriye jî anîn ser ziman û got: Em bi meşê ji Afkanîstanê hatin Tirkîyeyê. Em bi mehan ser rêyan diman. Hatina me ya Tirkîyeyê sê mehan kişand. Em di rêya rêwîtîyê de tîh û birçî dimînin. Li cihê em lê diman mirovan tundî li me dikir. Em şevê li çolê diman, loma jî zarokên me serma digirtin, birçî diman. Zarokên me xwarin dixwestin lê tune bû, me nikaribû bida wan. Zarokên gelek jinan ji serme û birçîbûnê di paşîla wan de dimrin. Gava ku me koç kir li sînor leşkeran pêşiya me girtin û ji me re gotin ‘nehên vir’. Me jî wan re got, ji ber ku li welatê me şer heye loma em hatine vir. Wan jî li me vegerand û got ‘herin nehên vir. Hûn çawa dikin bikin’ û bi me re hêrs bûn. Ez nizanim Leşkerên Îran an jî yên Tirkîyeyê bûn, li ber çavên min du ciwan kuştin.”
 
‘Şer tiştek xirab e’
 
Necîbeyê di dawiya axaftina xwe de dibêje ku ew dixwaze vegere welatê xwe û wiha dawî li axafitna xwe anî: “ Şer tiştek gelek xirab e. Ez tu carî naxazim şer biqewime. Talîbanê welatê me helikand. Ew mirovan dikujin, zarok û ciwnan ji malbatên wan distînin. Ez daxaz dikim ku ev şer raweste. Ez dixwazim vegerim welatê xwe û li mala xwe bijîm û zarokên xwe bidim xwendin.”