‘Her nexşek sembola çanda me ye'
- 09:02 6 Mijdar 2020
- Jiyan
Rojda Aydin
ŞIRNEX - Jina koçer Leyla Savaci ya li Hezexê ku destkariyê dike got: "Çêkirina çente, lepik, patîk, lûf û gelek tiştên dinê kevneşopiya me ye. Her nexşek sembola çanda me ye û em bi destên xwe çanda xwe ya berê didin jiyîn."
Kardestiya ku bi destên jinan tê kirin kevneşopiyeke berê ya civaka kurd e. Jinên kurd ku di şert û mercên cuda de tucarî bêdeng nemane bi vê kardestiya ku kirine hem çanda xwe parastine û hem jî di her kêleke ku honandine de êşa xwe, xemgînî û kêfxweşiya xwe vegotine. Lê di demên dawîn de ji ber ku teknolojî roj bi roj pêş dikeve û fabrîka zêde dibin ev kevneşopî ber bi windabûnê ve diçe. Jinên kurd ku di hemû deman de çanda xwe parastine, bi nexşandina xavik, honandina patîk, fanêle ku bi destên xwe çêdikin li hemberî teknolojiyê têkoşînê didin û vê çanda civaka xwe zindî digirin. Ji van jinan yek jê jî jina koçer Leyla Savacî ye. Leya bi karê honandinê ku dike, hem ji bo zarokên xwe patîk fanîle çêdike û hem jî çanda civaka xwe diparêze.
Leyla, got ku ji ber ew koçer in cihekî ku aîdê wan e tune ye û wiha berdewam kir: " Li gel ku cihekî aîdê me tune ye jî em li her derê dikarin li her derê bi cih bibin. Em di demsala havînê de berê xwe didin zozanan, zivistanan jî berê xwe didin bajar û gundan. Jiyana me tim bi karê malê û sewalan ve derbas dibe. Em bi zarok û sewalên xwe re eleqeder dibin. Em gund bi gund û zozan bi zozan bi zozan digerin."
'Ev jî ji bo me bû wek kevneşopiyek'
Leyla, got ku wan çanda kardestiyê ji dapîrên xwe yên ku ji zarokên xwe re cihaz çêkirine girtine û ev çand heta roja îro ji nivşekî dewerî nifşekî din hatiye kirin û wiha domand: "Em piştî karê malê û xwedîkirna sewlaên xwe diqedînin di dema xwe ya mayî de jî em bi destên xwe ji bo zarokên xwe patîk, lûfik û gelekî tiştên dinê dirêsin. Ev kevneşopiyeke me ye. Ev çanda ku ji mezinên me maye hata îro hatiye em jî hewl didin bi keda destê xwe berdewam bikin û zindî bihêlin. Bi karê ku em dikin hem em zarokên xwe ji sermayê diparêzin û hem jî em çanda xwe didin berdewamkirin."
Em dixwazin çanda xwe biparêzin
Leyla, diyar kir ku çêkirina patîk û lûfan ji hevdû cudatire û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rêsandina patîk, fanêle û lufikan ji hev cudatir e. Şîşên ku ji bo patîkan tên bikaranîn ziravin û yên ji bo lûfan û fanêlan jî stûrtirin. Ji ber ku kêlên lufan divê jiyên patîkan hişkit bin. Lê yên patîkan nermtirin. Patîkek carna di du rojan de diqede, carna jî di çar rojan de diqede. Li gor nexşên xwe diguhere. Nexşên zehmet zêdetir demê digirin. Em nexşên xwe ji mînakên berê digirin. Em ji nexşên mezinên xwe sûdê digirin û çêdikin. Her neqşek sembola çanda me ye. Em jî bi destên xwe çanda xwe ya berê didin jiyîn. Dema ku em nexşan çêdikin herî zêde em rengên kesk, sor û zer bi kar tînin û em di van nexşande hestên xwe jî vedibêjin. Ev reng jî ji bo me xwedî wate ne. Em bi van rengan patîkên xwe bi rengîn dikin."
'Ji mezinên me ji me re maye'
Leyla, dawiya axaftina xwe de got tiştên ku çêdike kedê dixwazin, karekî zehmet e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Karê me zahmet e. Dema em çêdikin destên me diêşên, birîn dibin û xwêdidin. Pişt û milên me diêşên. Lê em dixwazin çanda xwe biparêzin. Ji mezinê me ev ji me re emanet maye û em jî vê didin berdewamkirin. Dema dayika min çêdikir min lê dinêrî û ez fêr bûm. Ger îro em van çêdikin ev jî diyar dike ku me kevneşopiya xwe ji bîr nekiriye. Ez bi kêfeke mezin fêr bûm. Zarokên me jî li me dinêrin û fêr dibin. Em ê çanda xwe biparêzin."