'Fabrîkaya bê fîltre jiyana me dixe xeterê'
- 09:16 29 Cotmeh 2020
- Jiyan
Medya Uren
MÊRDÎN - Fabrîqaya kilsê ya li taxa Îstasyonê ya navçeya Artukliyê ye ji ber ku bê fîltre tê xebitandin zerarê dide şêniyên li taxê. Jinên ku bertek nîşanî xebitandina fabrîkayê a bê fîltre tê xebitandin dan gotin, "Fabrîka tendirustiya me dike xeterê û jiyana me tune tê hesibandin."
Jinên li taxa Îstasyonê ya navçeya Artukluya Mêrdînê bertek nîşanî xebitandina Fabrîqaya kilsê ya aîdê Şakir Nuhoglu ku bê fîltre tê xebitandin dan. Fabrikeya ku bi salane bê fîltre tê xebitandin bi dumane belav dike re tendirustiya xwecihên taxê dixe xeteriyê. Ji ber dûmana vê fabrîkayê li gelek şêniyên taxê nexweşiya astimê peyda bûye. Jinên li taxê diyar kirin ku her êvar dumana reş ji fabrîqayê belav dibe û ew ji ber vê sedemê nikarin ne derbikevin derve û ne li malên xwe rehet bimînin.
‘Mafê kesê tuneye jiyana me bike xeterê’
Adule Aburşuyê ku li heman taxê dimîne wiha qala pirsgirêkên dijîn dike: “Bi salan e em pirsgirêka dumana febrîqayê dijîn. Sê salin ji bo ji vê dûmanê re çareseriyek bê dîtin me serî li gelek saziyan da û me rewş şermezar kir. Herwiha ji bo çareserî were dîtin me bi waliyê Mêrdînê re hevdîtinê kir nebû, me çalekiya rêgirtinê li darxist ew jî nebû çareserî û hemû hewldanên me bê encam man. Lê ji ber dumana fabrîqayê em nikarin nefesê bigirin. Zarokên me yên biçûk ji ber bayê qirêj nexweş ketine. Di taxê de kesên ku bi nexweşiya xizikê (Astim) neketine nemane. Her roj dumanek reş belav dibe û ji ber wê jî em nikarin li derve bimînin. Niha hun werin li balkona min temaşe bikin her cih reş buye. Mafê kesî nîne ku jiyana me wisa bikin xeterê.”
‘Kesekî dengê me nebihîst’
Xalîse Keklîkçî ji wiha got: “ Serlêdanên ku me kirin hemû bê encam man. Kesekî ji bo dumana reş û bi jehr çareseriyek ji me re nedît. Yan fîltreyê bi kar naynin û yan jî fîltreya wan kevin buye nikare qirêjê biparzine. Bi salan e ji bo ku mesrefê nekin em vê zahmetiyê dikişînin. Kes ji me bawer nake lê em êdî nikarin nefesê bigirin. Avahiyên me û berbanên me tijî toza reşin. Niha nexweş im û bîhna min diçike. Bûk û keçên min jî bi heman nexweşiyê ne. Neviyên min di nava 2 salan de nexweşiya xîzikê bi wan re çêbû. Êdî bes e. Em bang li rayedaran dikin ku çareseriyekê ji vê fabrîkayê re bibînin. Wiha nabe.”
‘Em di mal de hatine hepiskirin’
Mekiye Yeregula ku di nava malê de toza reş nîşanî me dike jî li dijî vê berteka xwe wiha anî ziman: “Em çareseriyê dixwazin. Em naxwazin nexweş bikevin, em naxwazin bi vê jehrê bimrin. Ji ber vê em diçin bi rayedaran re biaxivin me nema qebûl jî dikin. Mexduryeta me bibînin. Kes ne neçare vê îşkenceya wan bikişîne. Dengê me bibihîzin. Ma dixwazin me ji malên me derxin. Ger ku wê fabrîqayê bi kar bînin bila li tendirustiya gel jî bifikirin. Kezeba me û laşê me reş bû. Zarokên me li vir ne bi tendirust mezin dibin. Em ditirsin zarokên xwe derxînin derve. Em hemû di mal de hatine hepiskirin.”
Gulseren Yerturk û Emîne Demîr jî bertek nîşanî rewşê dan û dan zanîn ku heta çareserî çênebe ew ê li kolanan çalekiyan li dar bixin. Wan daxwaz kir ku mexduryeta wan were dîtin û pirsgirêka wan were çareserkirin."