Jinên astengdar: Em dixwazin li navenda jiyanê cihê xwe bigirin
- 09:09 27 Cotmeh 2020
- Jiyan
AMED - Jinên astengdar ên li Amedê dijîn dan zanîn ku jinên astendar di nava jiyanê de tune tên hesibandin û jinên astengdar li gor astengdarên din hîn bêtir biçûk tên xistin û wiha gotin:"Em naxwazin xwe veşêrin em dixwazin li navenda jiyanê cihê xwe bigirin. Divê hemû kes bizanibin ku astengdar jî hene."
Wekî li hemû cîhanê astengdarên li herêmê û li Tirkiyeyê dijîn beşeke girîng a civakê ne. Li gor hejmarên dawî astengdarên li herêmê hejmara wan 2 milyon in. Lê tê gotin ku li gor hejmarên ne fermî di asta ji sedî 13 ye û 9 milyon in. Ji her çar astengdaran ên li herêmê tenê alîkariyê digirin û yên din jî jiyana xwe di nava şerdên dijwar de derbas dikin û bi alîkariya malbat û der û dora xwe jiyana xwe didomînin.
Astengdarên ku beşeke girîng a civakê ne mixabin hema hema em nikarin wan li qadên derûnî, aborî, civakî, çandî bibînin. Astengdarên ku li qadên civakî nikarin çalakiyên cuda bikin ji derveyî jiyanê tên hiştin. Her wiha li kuçeyan ji bo jiyana astengdaran bên hêsankirin rêgezên li kuçe, sazî, wesayet, peyarê zêde rêz jê nayên nîşandan û ev rêgezan bi cih nayên anîn.
'Astengdar wekî miriyên dijîne'
Seroka Meclîsa Komeleya Astengdarên Amedê Fahriye Gunbati da zanîn ku derbarê astengdaran de gelek pirsgirêk hene lê ji bo ev pirsgirêk bên çareserkirin tu gav navên avêtin û wiha got:"Ji ber em astengdarên em her dem wekî welatiyên duyem tên dîtin. Civak û hukumet me ji nedîtîve dibînin. Astengdar wekî miriyên dijîne. Hemû kes me tune dihesibînin. Li ser bedana jinek astengdar ji aliyê zayendiyê fêde tê girtin. Lê belê kes nabêje ev astengdar e ka em alîkariya wê bikin. Kesek bertekî nîşanî vê nade."
Fahriyeya ku ji milê xwe yê çepê astengdar e da zanîn ku tecawiz û destdirêjiya li ser astengdaran ên ku zêde bûne ji ber bêcezahiştina bersûcan û hişmendiya 'astengdar nikarin xwe biparêzin' zêde dibin û wiha pê de çû:"Jineke astengdar li hundur an jî li derve be dikare tecawizî wê bê kirin. Yanî ev tişt ji aliyê kesan ve tê kirin. Bersûc dema yeka astengdar dibîne ji ber nikare xwe biparêze dikare tecawizî wê bike. Ev jî dibe sedem ku jina di nava civakê de wekî meta tê dîtin hîn bênirx bibe."
'Li kuçeyan tiştek ji bo me nayê kirin'
Yeşim Erman a ku Mamostetiya Bedenparêziyê qezenc kiriye û piştre dest bi antrenortiyê kiriye wiha got:"Jinên astengdar ji ber astengdariya xwe di qada perwerdeyê de gelek zehmetiyan dibînin. Divê civak nêrîna xwe ya li dijî astengdaran biguhere. Li kuçeyan jî ji bo me tiştek nayê kirin. Şerîtên zer ên li kuçeyan ji bo em rêya xwe bibînin hatine çêkirin. Lê belê xwediyên dikana dolab, alav an jî tabelayên xwe li ser bi cih dikin. Em jî dikarin li vana bikevin û birîndar bibin."
Ji ber astengdar bû nikaribû perwerdeya xwe bidomîne
Kader Toprak a ku hemşîretî qezenc kiribû û ji ber ji herdu milên xwe astengdar bû ew negirtine dibistanê wiha got:"Ez tevlî azmûna ehliyetê bûm û min ehliyet girt. Lê piştre gotin tu nikare ehliyetê bi kar bîne û ehliyeta min betal kirin. Em ji malbata min du kes astengdar in. Pirsgirêkên em dibînin heman in. Dema em li kar digerin li rûyê me jî nanêrin û dibêjin em we nagirin kar. Em naxwazin em di nava rewşeke wiha de bin."
'Em dixwazin li navenda jiyanê cihê xwe bigirin'
Kaderê bal kişand ser tecawiz û destdirêjiya li ser jinên astengdar û wiha got:"Em ji ber talûkeya tecawiz û destdirêjiyê nikarin zarokên xwe derxin derve. Em naxwazin xwe veşêrin em dixwazin li navenda jiyanê cihê xwe bigirin. Divê hemû kes bizanibin ku astengdar jî hene."