'Dapîran çand û zanebûna dermanên xwezayî dispêrîn neviyên xwe'

  • 09:01 19 Cotmeh 2020
  • Jiyan
Sorgul Şêxo  
 
HESEKÊ - Fatme Silêman wekî bijîşkekê dermanê xwezayê di afirîne û heman wextê jî alîkariya malbatên xizan jî dike, derbarê xebatê xwe de wiha dibêje:  "Ez bê pere dermanê xwezayî çêdikim û kesên nexweş û xizan derman dikim, ji ber ku ev çandeke kevnar, exlaqî û wîjdanî ye. "
 
Fatme Silêman a 50 salî ku dayika 5 zarokan e, di temenekî biçûk ango di 14 saliya xwe de bi darê zorê, bi zilamekî 70 salî re hatiye zewicandin. Fatme di zaroktiya xwe de cem dapîra xwe ya ku bûbû bijîşka gund. Li cem dapîra xwe gelek tîş fêr bû. Lêgerîna wê di aliyê dermanê xwezayî de pir li pêş bû, heya ku îro bi sedan  zarok û jinên Til Temir, Serêkaniyê, Hesekê, Dirbêsiyê û Qamişlo derman dike. Fatme Silêman derbarê çanda dapîra xwe ya ku heya îro diparêzê axivî û xebatê xwe ji me re da nasîn. 
 
'Dapîran çand û zanebûna xwe dispêrîn neviyên xwe'
 
Fatme di destpêkê de xebatê xwe yê çêkirina dermanên xwezayi  wiha pênase kir: "Ji her derdekî re derman heye.  Ji bo nexweşiyên zarokan mîna nepixandina zik, ketina lozatan, êş a guha, pitikirina zarokan û ketina zimanê wan gelek zanyarên min li ser van nexweşiyan hene. Demê ku dayik an jî kesên nexweş dihatin cem dapîra min, ez her li kêleka wê bûm û min guh dida ku çi dike û çi dibêje. Min ev çand ji dapîra xwe girt ku heya roja îro ez bi hezaran jin û zarok derman kir. Dapîran çand û zanebûna xwe dispêrîn neviyên xwe."
 
'Nebûna bijîşkan bû sedema pêşketina dermanên xwezayî' 
 
Fatme bal kişand ser nebûna bijîşkan di demên berê de û pêşketinên dermanên xwezayi  û wiha dom kir: "Berê li gundan bijîşk nebûn. Eger jinek an jî zarokek nexweş diket neçar bûn ku wan bînin cem kesên temen mezin yên ku tecrûbeyên wan di dermankirina nexweşan de hebûn. Piştî ku her zarokek ango jinek baş dibûn ev çand her li pêş diket û dewlemendtir dibû. Dapîra min jî zanebûna xwe her bi me re parve dikir, nedixwest ku tenê ji bo wê bimîne. Bi fikirandin û lêgerînên wan em îro giheştin vê asta bilind."
 
'Dapîr ji bijîşkan zêdetir êşa zarokan nas dikin'
 
Fatme destnîşan kir ser dermanên ku zarok pê baş dibin û wiha pê de çû: "Zanebûn ji zanebûnê ferq dike, bi sedan zarok li ser dest û dermanê bijîşkan baş nabin û êş a wan nas nakin. Ez mînakekê bidim; Rojekê zarokek guhê wê diêşiya û her digriya, malbata wê ew rakirin gel bijîşkekî lê ew bijîşk sedema êşê nas nekir. Min ji dayika wê zarokê re got hindek ji şîrê sînga xwe bixe guhê wê, wiha kir û piştre keçik baş bû. Dermanê êş a guhan şewtandina rihê paş guh e. Ji ber vê tiştên ku jin dizane, bijîşk nizane. Ne tenê jin û zarorak heman wextê jî şervanên ku pişta wan diêşe yan jî nexweşiyek wan a din jî hebe, derman dikim. Beriya demekê şervanekî ji min re anîn, ji ber êşa pişta xwe nikarîbû bimeşiya, min pişta wî hinekî firkand, piştî sê rojan min ew dît ku li ser lingên xwe dimeşe û spasiya min kir."
 
'Alîkariya kesên xizan dilşadiya min e'
 
Fatme bi van peyvan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Demê ku alîkariyê didim kesên nexweş yên xizan pir kêfxweş dibim. Ji ber ku ev jî çandeke û di heman demê de jî xêreke. Mirov çiqasî fêr bibe ewqasî dikare derdên pir giran jî derman bike. Wekî bijîşka dermanê xwezayî ji mirovan re çêdikim."