Li Halvorî hîna şopên 38’an hene

  • 09:09 13 Îlon 2020
  • Jiyan
DÊRSIM - Gundê Halvorî ku di Komujiya Dêrsîmê de nêzî 500 kesî lê hatin qetilkirin, hîna şopa wan rojan li ser heye. Jinên di temenê biçûk de bûn mexdûrên komkujiyê, malbatê xwe winda kirin, sirgun bûn, êşa 82 salan vegotin.
 
Li Dêrsîmê gundek. Di çavînên wê zinarên wê de êşa 82 salan heye. Şopa yek ji komkujya herî mezina dîroka Komarê hîna li ser heye. Gundê Halvorî ya Dêrsîmê ku bi hezaran mirov lê hatin qetilkirin, jinên ducanî yên zikê wan hatin qelaştin, jinên ji bo rastî tecawizê neyên xwe ji zinaran de avêtin, her cureyê êşa ku lê hatiye jiyîn.
Li gorî hejmarên fermî di komkujiyê de 13 hezar û 160 kes hatin qetilkirin û 12 hezar kes jî sirgun bûn. Lê hejmar hîn bêtir zêde ye. Li gundê Halvorî ‘zinarên 38’an’ hîna êşên hatine jiyîn di bîra gel de ye. Tê zanîn ku 478 mirov ku jin û zarok jî têde bûn, ji aliyê leşkeran ve hatin avêtin û qetilkirin.
 
‘Em 12 salan ji axa xwe dûr man’
 
Hatîce Bîlmez ya 87 salî di 38’an de hîna zarok bû û tiştên jiya wiha got: “Dema komkujî hatiye jiyîn ez biçûk bûm. Malbatê ez hilgirtime û birim. Xwişka min jî ji min biçûktir bûye hîna şîr dimijiya. Ez xilas bûme lê ew xilas nebûye. Em 12 salan ji axa xwe dûr jiyam. Em salekê li Mûşê man. Piştî qedexe rabûye em vegeriyane gund. Ez li gund zewicîm. 10 zarokên min çêbûn. Ji ber zextan keça min çû çiyê. 2 kurê min neçar man biçin Ewropa. Me gelek tişt jiya. Niha tenê kurekî min ligel min e.”
 
‘Hemû mirin, tenê êş ma’
 
Hatîceyê wiha berdewam kir: “Ez êdî pîr bûme. Mezinên me der barê wê pêvajoyê de zêde nediaxivîn. Tenê dizanim ku ji komkujiyê reviyane. Dê, bav, xwişk û birayên me hemû mirin. Em jî man. Tenê êş ma. Wê demê her kes reviyabûn şikeftan. Wisa xilas bûne. Ji ber ez ji zinaran ditirsim newêrim biçim wir. Em dixwazin ku her kes bijî û aştî pêk bê.”
 
‘Min dê û bavê xwe nedît, xwişka min em mezin kirin’
 
Fatma Akkaya ya 82 salî jî ku di sala komkujî hatiye jiyîn di 1938’an de hatiye dinê û li gorî vegotinên wê, wê demê her kes bi tirs reviyaye û got: “Hem zarok û hem jî mezin wê demê tirsyane. Em wisa ji wê rojê heta îro hatin. Piştî komkujiyê her kes şandine sirgunê. Nehiştine kes vegere gund. Min dê û bavê xwe nedît. Xwişka min em mezin kirin. Em xizan bûn. Me gelek tişt jiya. Derfet jî gelek kêm bûn.”
 
‘Leşker çûne gundî xapandin’
 
Fatmayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “4 leşker çûne gund. Ji gundiyan re gotine ‘wê ji we re mûçe bê girêdan’. Hemû gundî xapandine. Gundî şandine cihê ku jê re gotine. Berê ev der hemû daristan bûn. Leşkeran wê demê xwe li daristanê veşartine. 4 leşkeran gundî xapandine û birine daristanê. Dema gundî berbi daristanê ve diçin leşkeran dibînin û fêm dikin ku wê bên kuştin. Hemû gundî li nav erd kirine rêzê. Jinan ji bo leşker wan nebin rûyê xwe girtine. Leşkeran ew hemû xistine rêzê û gulebaran kirine. Piştre jî ji zinarên 38’an ve avêtine. Ger ji zinaran de nehatibana avêtin wê gelek kes bijiya. Gelek gundî jî bi îşkencê hatine kuştin.”
 
'12 rojan ligel miriyan razane’
 
Fatmayê bi lêv kir ku piştî gundiyan ji zinaran de davêjin du jin xilas dibin û dikevin şikeftan. Wan jinan vedigot. Her kes bi çekan kuştine. Piştre ji zinaran de avêtine. Li jêr zinaran şikeft hebûne. Du jinan xwe li wir veşartiye. Bi rojan li wir mane. 12 rojan ligel miriyan razane. Piştre derketine û xilas bûne. Ji malbata min kes xilas nebû. Zarok jî reviyane daristanê û wisa xilas bûne. Bi rojan li daristanê mane.”
 
‘Her der bûye gola xwînê’
 
Perîhan Donmez ya 72 salî wan rojan bi vegotinên mezinên xwe dizane û ev tişt anî ziman: “Leşker ji gundiyan re dibêjin wê bişînin sirgunê. Bi vî awayî hemû gundiyan kom dikin. Leşkerek bi lingê xwe jinekê ji zinar de davêje. Jinek dikeve û şikeftê dibîne û lê hay dibe ku jinek din jî di şikeftê de ye. Diçe cem wê û ligel hev dimînin. Li gorî îfadeyên wan her kes dinasî. Her der bûye gola xwînê. Marekî reş derdikeve derve û jin jî bi kevirekî biçûk mar ji xwe dûr dixe. Kesên ji gundên din yên jinê nas dikin agahiyê didin nasê wê û wisa xilas dibe.”
 
‘Zinar tije hestîne’
 
Perîhanê her wiha destnîşan kir ku bi salane bandora komkujiyê didome û wiha dawî lê anî: “Ji ber wê pêvajoyê her kes ditirse. Salê carekê zinar tên ziyaret kirin. Zinar tije hestîne. Bila xweda wan rojan carek din nîşan nede. Her kesî êşa mezin jiya. Her kes neçar ma biçin cihên din.”