‘Bila jin bixebitin û hewcedarî tu kesî nebin’
- 09:03 25 Tîrmeh 2020
- Jiyan
AMED - Wahîbe Kaplan a ku bi seyarfiroşiyê debara xwe dike diyar kir ku zabitayan çend caran dezgeha wê xira kirine û alavên wê desteser kirine.
Li navçeya Peyasê ya Amedê li ser kolana li Bûlwar Mahabadê jinke bala meriv dikşîne ku zivistanê di bin berf û baranê de û havînê jî li ber germahiya tavê bi rêya seyarfiroşiyê hewl dide bi fêkiyê ku difiroşe debara xwe bike. Navê vê jinê Wahîbe Kaplan e û 55 salî ye. Wahîbe dibêje ku piştî hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye bi du zarokên xwe tenê maye û 10 sal e bi seyarfiroşiya fêkî ku dike debara xwe dike. Wahîbe debarbarê xebata xwe, zorî û zahmetiyên ku dikişîne ji ajansa me re axivî.
‘Ez neçar im ku debara xwe bikim’
Wahîbeya ku 10 sal e seyarfiroşiyê dike wiha dest bi axafitnê kir:“Dema hevjînê min jiyana xwe ji dest da ez û zarokên xwe bi tenê man û ji bo ku em debara xwe bikin me dest bi karê bazarvaniyê kir. Lê ji ber ku me zêde firotin nedikir me nikaribû heqê bazarê bida. Piştî vê me li cihê cuda cuda dezgehê xwe vekir lê zabitayan hertim êrîşê me dikir û alavên me desteser dikirin. Tevî vê jî dîsa jî min hertim li cihekî cuda dezgehê xwe vekir. Ji ber ku ez neçar im debara xwe bikim ku destê xwe li ber kesekî din venekim. Ev 10 sal e ku ez karê seyarfiroşiyê dikim.”
‘Zabitayan alavên me birin’
Wahîbe anî ziman ku zabitayan alavên wê desteser kirine, nedanê û got: “Zabitayên ku di her firsendê de êrîşî dezgehê min dikin, carekê dîsa hat û xwestin dezgehê me xira bikin cihê me xirab bikin. Lê min destûr neda û me şer kir. Min got destê xwe nedin alavên min lê zabita û polîsan dezgehê min xira kirin û alavên min desteser kirin. Ez çend caran çûm ba wan ku eşyayên min bidin lê dîsa jî nedan.Em duh jî bindest bûn û îro jî bindest in. Zarokek min ji gurçikên xwe nexweş e û nikare karekî bike.”
‘Bila jinên me bixebitin’
Wahîbeyê bang kir ku bila jin hemû bixebitin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez dixwazim jin bixebitin bila hewceyî tu kesî nebin. Bila zarokên me nekevin pey karên qirêj. Niha em di nav xizanî û alizoyê de li ber xwe didin ku debara xwe bikin. Xebata em dikin têra dayîna fatûreyên me jî nake. Av û ceyrana min hertim tê birin.Ger ku cihekî mayînde yê karê me hebûye wê jiyana me hinekî din hêsandtir bibûya.”