Li Şalbazarê jin jiyanê dihûnin

  • 09:12 11 Tîrmeh 2020
  • Jiyan
Şehrîban Abî
 
WAN - Jinên li gundê Şalbazar ya di komkujiya Zîlanê de hat şewitandin û piştî wê jî zext lê berdewam kirin, dijîn, tevî hemû zor û zehmetiyan jiyanê zindî dikin. Jinên li dijî zextan li berxwe didin, li aliyekî jî li dijî şîdeta mêr têdikoşin. Jinên Şalbazarî gotin bi tevgera azadiya kurd re jin bûne xwedî hişmend.
 
Li Erdîş a Wanê di 1930’an de li Geliyê Zîlan komkujî pêk hat û 15 hezar kes hatin qetilkirin, 44 gund hatin şewitandin. Yek ji van gundan jî gundê Şelbazar a 25 kîlmetre ji navçeyê dûre. Piştî komkujiyê jî gund ji zextan xilas nebû. Di salên 1980-90’î de zext derketin asta herî jor. Tevî her tiştî jinan malên xwe terk nekirin û heta îro jiyana xwe zindî dihêlin. Jinên ligel zextên dewletê li dijî şîdeta mêr jî têkoşîn dan, diyar dikin ku piştî tevgera azadiya kurd gelek tişt guherîne.
 
Bîlnaz Çagan ya 50 salî destnîşan kir ku ew li vî gundî hatiye dinê û mezin bûye û got sibehê zû radibin û dest kar û bar dikin. Bîlnazê wiha got: “Gundên wê demê hatin şewitandin hemû gundên kurdan bûn. Ji ber vê şewitandin. Lê me gundê xwe terk nekir. Jiyana li gund, me kêfxweş dike. Em naxwazin li bajaran bijîn. Em her tişê xwe bixwe çêdikin, berhemên xwe bixwe dikin. Li bajar ev tune ne.”
 
Nefîse Bozan ya 80 salî jî got ji ber rolên zayenda civakî li gund hemû berpirsyarî li ser milê jinan hatiye barkirin û wiha got: “Ji pir dixebitin. Em diçûn ser erdan dixebitîn. Me ji mêran re xwarin dibir. Em bi lez vedigeriyan malê û me pez didot. Me şîr û penîr, mast difrot. Gelek dem derbas bûye lê hîna jî heman bar li ser milê jina ye.”
 
Nefîseyê destnîşan kir ku nêrîneke mêran ya wekê "wekê ku jin qet naxebitin" hebû û got: “Ne pêkan bû em îtîrazê vê bikin. Ger me bigota jî wê bibûna mijar. Lê bi tevgera azadiya kurd re mêr êdî wek berê tevnagerin. Jin jî xwe rêxistin dikin. Jin azadtir û xwedî hişmendî ne.”