Bi teşiya destê xwe çanda xwe diparêze
- 09:03 1 Hezîran 2020
- Jiyan
Rojda Aydin
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê jina bi nasê Ayşe Şen bi teşiya ku dirêse xewedî li çanda kevnar a bi hezaran salan derdikeve. Ayşe ya ku bi kêfxweşiyeke mezin teşiya xwe dirêse wiha dibêje: “Jiyan berê zehmet bû lê xweş bû. Niha jiyan hêsane lê xweşî tüne ye.Bila her kes xwedî li çand û kevneşopiya kurdan derkeve. Ger ku çand û kevneşopiyên me winda bibin em ê jî tune bibin.”
Her netewek xwedî çandek cuda ye. Çanda rêsandina teşiyê di nava Gelê Kurd de xwedî cihekî taybet û kevnar e. Di roja me ya îro de ji ber bandora kapîtalîzmê gelek mirov dûrî rastiya xwe ketine. Bi taybet jî di milê cil û bergan de. Lê hin mirov niha jî li çanda xwe ya kevnar xwedî derdikevin. Her çiqas mirov di bin pergala kapîtalîzmê de mane jî yên wekî jina kurd a bi navê Ayşe Şen (60) ku li navçeya Hezex a Şirnexê dijî bi rêsandina teşiyê çanda kurdewar diparêze. Ayşe ya ku bi teşiyê hiriyê dirêse ji rîsê ku peyda dike amûrên wekî tûrik, gore,lûf, merş, şalik û fanêleyan çêdike.
‘Ne çand û ne jî kevneşopiyên berê nema ne’
Ayşeyê, anî ziman ku jiyana wê tim di nava zor û zehmetiyan de derbas bûye û wiha got: “Jiyan tim bi destê jinê ava dibe û tê meşandin. Me berê debara xwe bi xwedîkirina ajalan dikir. Em diçûn zozanan, lê em niha naçin. Ev nêzî 30 salan e em nikarin biçin . Em dema li zozanan bûn me mast, penêr û hemû berhemên ji şîr çêdikirin. Bi taybetî di demên bere de ji mûyê bizinan û hiriya mîyan me gelek amûrên cûda çêdikirin. Em kengî biçûna zozanan me teşiya xwe jî dibir. Me bi teşiyê hirî û mû dirêsa û bi rîsê ku çêdikir gelek tişt çêdikirin. Hirî tiştek gelek xweşik û pîroze. Lê êdî wek berê eleqe jê re nayê dayîn. Demên berê gelek xweş bûn. Demên niha êdî newek berê ne. Me çanda xwe bi destê xwe dirêsa. Ne çand û ne jî kevneşopiyên berê nema ne.”
‘Jiyana berê xweştir bû’
Ayşe,bi lêv kir ku ew ji hiriya dirêsin amûrên wekî tûrik, , merş, şalik û gelek tiştên din çêdikin û wihardewam kir: “ Her çiqa ji destê me tê em dixwazin çanda xwe ya kurdewar berdewam bikin. Lê dema mirov bala xwe dide em kurd in lê çanda me ya kurdan winda dibe. Ev jî me gelek xemgîn dike. Em tu carî dev ji çanda xwe bernadin. Em hîn kincên xwe yên heremî li xwe dikin. Ez bikaranîna teşiyê çêkirina amûran ji dayika xwe elîmîm. Jiyana berê xweştir bû. Ev teşî ya pîrka min bû. Ji pîrka min ji dayika min re û ji dayika min jî ji min re ma. Lê zarokên min nizanin teşiyê birêsin.”
‘Werin em bi hev re çanda xwe bidin jiyîn’
Ayşeyê, di dawiya axaftina xwe de got ku ciwanên vê demê nizanin teşî çi ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berê ji bo her amûreke ku em hilberînin me teşî bi kar dianî. Lê niha êdî hemû di fabrîqeyan de tên çêkirin. Lê ev berhemên ku em niha bi kar tînin bi çêkirina teşiyê xweşiktirin. Ez jî niha car caran teşiyê bi kar tînim. Ji xwe re hiriyê tînim piştre dikim rês. Jiyan berê zehmet bû lê xweş bû. Niha jiyan hêsane lê xweşî tüne ye. Ez her çiqas neçim zozanan jî diçim bêriyê. Jiyan bi destê jinê tê xweşik kirin. Ji ber ku hemû kar û bar li ser milên jinê ne. Daxwaziya min ew ku bila hemû kes xwedî li çand û kevneşopiyên kurdan derbikeve. Ger ku çand û kevneşopiyên me winda bibin em ê jî tune bibin. Werin em bi hev re kevneşopiyên xwe bidin jiyîn. Bila çanda teşiyê winda nebe. Ciwanên niha naxwazin zehmetiyê bibînin. Dema gel berê xwe da bajêr hem dest ji koçeriyê û hem jî ji teşiyê berda. Bajar me ji çanda me dide dûrxistin.”