Di hevsengiya teşiyê de zêdebûn û yekitî 2025-06-20 09:02:33                Di mîtolojiya Yewnan de Phîllmena ji aliyê hevjînê xwişka xwe ve rastî destdirêjiyê tê û ji bo neaxive zimanê wê tê birîn û hepsê kulubeyekê tê kirin. Phîlomena bi risandinê bêdengiya lê tê ferzkirin dişkîne û agahiyê dide xwişka xwe. Di Mezopotamyayê jî êşên nayên ziman hene.   Fîgen Aras    Xwedawendên Yewnana Kevn, Atropos, Clotho û Lachesîs sê xwişk in. Atropos benê ku welidînê nîşan dide dirise; jiyana mirov bi meqesa destê rastê bidawî dike. Clotho benê ku jiyanê çareser dike vedike, Lachesîs jî vî benî dibire.   Yek ji xwedawenda Yewnan Nymphler jî di şikeft, ber çeman stranan dibêjin hiriyê dirêsin. Di mîtolojiya Tirk de jî ya ku ben risandiye xwedavend Uma ye. Kontrola benê jiyanê di destê Umay de ye. Ev ben sembola destpêka welidînê ye.    Jin li cihên cuda yên cîhanê bijîn jî xwedî dîrokek hevpar in. Em şopdarên jinên teşêrês in. Li her erdnîgariyê bi hezaran xwedawend dişibin hev û hev temam dikin. Jinên rê dibin ber jiyanê, bi kevneşopiyên xwe gihiştine rêzdariyek mezin lê her tim ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr ve  hatine tunekirin. Nav hatine guherîn û hatiye xwestin ku bên jibîrkirin. Wek jinên cîhanê cudahiyên me çand û erdnîgarî ye. Lê em bi zanînên xwe dişibin hev. Bi nasnameya xwe em jin in. Em dibînin ku ji bo fêmkirina hev astengî tuneye. Em bi serkeftin hev dibihîzin û êşên hev ji dil hîs dikin. Jin jî wek gelan xwedî dîrok, çand û rihekî hevpar in. Belkî wek jinên cîhanê hewcedariya me bi sembolîzeyek hevpar heye.    Dewlet û zîhniyeta serdest her tim xwest ku bîra civakî ya jinê bê jibîrkirin. Yên neyên ziman tên jibîrkirin, yên nayên bibîranîn jî wek nayê jiyîn tê qebûlkirin. Dema jin neyên gel hev zehmet e ku bîra hevpar a zindî bê hiştin. Jineolojî ji aliyê evqas jin ve tê qebûlkirin û ev xwe dispêre rê û rêbazên wê. Her ku der barê me jinan de agahî derkevin holê, mafdarî, kelecana me jî ev mezin dibe belav dibe û hepvar dibe. Di encamê de hewcedariya afirandina pergalekê heye.    Hatina gel hev, yekitiya heqîqeta jinê ava dike. Yên neyên gel hev, şansa wan a hev nas bikin kêm e. Yekbûyîn hiriya teşeyê tîne gel hev û wek ben wê derxe pêşberî me. Li dijî her cureyê êrîşên li ser jinê yekbûyîn, wê zêde bike. Jin jinan rêxistin dike, dike tevgerê. Paşeroj û pêşeroj digihêje hev. Dema jinek tê qetilkirin, jin tên gel hev û tecrubeyên bidestxistî vediguherin çalakiyê.     Jin ji paşerojê de ye enerjiya wan her tim herikbar e. Ev herikbarî wan ji desthilatdarbûnê dûr digire.Teşî jî dema hiriyê dirêse her tim herikbar e. Ev herikbarî bisekine ben jî qut dibe. Dema herikbariya enerjiya jinan bisekine wê tund bibe, yan wek kole yan jî wek desthilatdarî wê tevbigere. Ji ber vê herikbariya di teşiyê de rêxistinbûn, mezinbûna têkoşînê û azadiya jinê temsîl dike.    Di risandina teşiyê de avabûn û piranî hemû heybeta xwe li pêş me ye. Dema ben tê risandin divê mirov hişk pê bigirin. Di têkoşîna jinan de jî  konfederalîzm wek pergalek wê ber bi giştîbûnê ve biçe. Avabûna konfederalîzma jinê ya hewce pê heye zêdebûn e. Piranî yekbûnê tune nake, cudahiyan digihêjîne dewlemendiyê. Ji bo şînbûna jiyanê divê hevdîtinên jinan mezin bibin.     Pergala serdest a mêr êrîş dike, hewl dide tenê bê hiştin. Jin jî li dijî van polîtîkayan zêde dibin û têdikoşin. Ev parastina cewherî ya herî xurt e. Her ku jin zêde bibin, wê fikrên me bigihêje jinên din. Zêdebûn û yekitî gelek ji bo parastina cudahiyan gelek bi nirx e. Yekparêzî îdeolojiyek mîlîtarîst e. Daxwaza jinan a xweparastinê mizginiyê dide pergalê. Navê vê pergalê jî Konfederalîzma Jinan a Cîhanê ye.    Berdewamî û pergalî di risandina teşiyê de esasên têkoşîna jinan bi bîr tîne. Teşî her tim negere wê nîvco bimîne, ben qut bibe û ked jî vala derdikeve. Ji ber vê jî rêxistibûn tevahiya rêgezan e.     Ji bo em ji nûve vegerin pîroziya jiyanê divê em bi zanabûna jinên cîhanê teşiya xwe birêsin. Rihê demê bang li me dike ku em bibin yek û ji bo konfederalîzmê teşiya xwe birêsin.     *Ev nivîs ji hejmara 32’yemîn a dosyaya ‘konfederalîzma jinê’ ya Kovara Jineolojiyê bi kurtasî hatiye girtin.