Ya me tîne gel hev têkoşîna me ye

  • 09:03 28 Mijdar 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
 
Li erdnîgariya Kurd wek jin wek zarok tiştên ku min şahidiya wan kiriye pir nas bin jî bi bandora paşerojê re riya min bi çapemeniya azad re hat gel hev. Ez li Enqereyê bi Habîbe, Selman û Denîzê re xebitîm. Li herêmên din jî xebitîm. Ez bûm şahida travmaya zarokên ku yek gotinek nedianîn ser ziman. Hevalên min tiştên giran pir dîtin…
 
Nîmet Olmez
 
Di van demên zor û zehmet de her tim diçim zarokatiya xwe û her tişt tê bîra min. Belkî jî ez baş dibim, nizanim. Niha beton li qatê bodrumê yê xaniyê me hatibe rijandin jî, demên zarokatiyê ji bîra min naçe, min û pismam û dotmamên xwe bi çavtirsonekî di ronahiya lempeyê de li hev dinihêrt. Gundê me li sînorê Iraq û Tirkiyeyê bû. Di salên 90’î de navenda pevçûnan bû. Zarokatiya min li wir derbas bû. Her şev ji qerekola nêzî gundê me dengê çek û topan dihat. Mezinên malê guh didan dengan û piştre ji pacê li qerekolê dinêrtin. Ger ku gule tenê ji yek alî bihata wê demê bîhnek rehet digirt. Digotin ‘netirsin qerekol e, avêtinê normal dike’. Em bêdeng û rehet dikirin. Lê ger ku ji du aliyan gule bihata reşandin, em hemû kom dikirin û dibirin qatê binî yê xanî. Bîna axê, bîhna lampeya gazê û çîrokên pîra min di wî qatê bodrumê de hebûn.
 
Zarokên ranedizan
 
Li vî gundê li quntarên çiyayê geliyê Zapê hatibû avakirin em zarok gelek ditirsiyan. Hezar senaryo di hişê me de derbas dibûn. Lîstikên me tevlihev dibûn. Tu lorîn, tu çîrokî zarok nedikirin xewek aram. Heta ku tarîtî belav dibû û roj dida der. Em, zarokên piştî me û zarokên niha her tim bi heman dengê çekan ketin xewê. Çiya, zozan, bax û baxçeyên me dihatin qedexekirin, bizinên me yên têl derbas dikirin hatin qetilkirin. Van qedexeyên bandor li her derê jiyanê kiribûn, hem gelek dihatin nasîn hem jî gelek biyanî bûn.
 
Di televîzyona me ya li eywanê de nivîsek derbas bû ‘Geçîmlî derbas nebû: 8 şehîd, 14 PKK’î hatin kuştin’.  Tebaxa 2012’an bû. Havîn bû. Ez bê wate li nûçeya derbas dibe dinêrim. Her ku spîker diaxive ez hêrs dibim. Ji qerekola leşkerî dengên çekan zû dest pê kiribû. Heta sibehê gundiyan di tariyê de di qatê jêr ên xaniyên xwe de derbas kirin. Dengê çekan û helîkopteran bênavber domiya. Di odeyên biçûk de em ligel hev li ser piyan man. Bi ronîbûna hewayê re deng ket. Me tirs û birçîbûna xwe li aliyekî hişt û em ciwan kal û pîr çûn qereqolê. Her ku em çû lingên me giran bûn. Her wek qada şer bû. Bi hezaran guleyên li derdorê ketibûn…
 
Bedenên li her derê belav bibûn.. Her der mirin.. Bîhnek giran.  Hêrsa çavan..Leşker, cerdevan û bi dehan PKK’yî..Hemû gund li wir bû. Min li zarokên biçûk mêze kir, li canên li erdê ketine… Min ji deriyê baxçeyê qerekolê mêze kir, 14 cenaze ligel hev rêz kiribûn. Piştre leşkerên ji herêmên din hatibûn, cerdevan û polîs ketin gundê me. Rewşa awarte. Li ser têlan dîwarên beton ji bo qerekolê çêkirin. Em jî vegeriyan ser erdê xwe û me guleyên derdorê kom kirin. Çend roj şûnde ji çapemeniya alîgir çend rojnameger hatin gund û  ji hinek kal û pîran roportajên wek ‘em li gundê xwe pevçûnê naxwazin’ girtin û çûn. Lê ev ne ya ewil bû. Li wê herêmê we ji kê bipirsiya digotin em mirin, rondik û pevçûnan naxwazin. Rûyê nedihat dîtin jî dîwarên me yên gule lê ketî, tirsa çavên zarokan bû. Gelo nikaribû ew wêne bihata kişandin?
 
Şahidiya çapemeniya Kurd
 
Li erdnîgariya Kurd wek jin wek zarok tiştên ku min şahidiya wan kiriye pir nas bin jî bi bandora paşerojê re riya min bi çapemeniya azad re hat gel hev. Ez li Enqereyê bi Habîbe, Selman û Denîzê re xebitîm. Li herêmên din jî xebitîm. Ez bûm şahida travmaya zarokên ku yek gotinek nedianîn ser ziman. Hevalên min tiştên giran pir dîtin…
 
Mînak Denîz Nalim a qet Şirnex nizanibû, di demên herî dijwar de di qedexeyên derketina derve de çû Cizîrê. Li wir nûçe çêkirin. Bi dehan carî riya wê hat birîn, hêzên ewlehiyê ew tehdîd kirin. Lê wê bi israr xebata xwe meşand. Habîbe, Dîren, Berîvan jî wisa. Ji metropolên Tirkiyeyê derketin û li herêmê nûçe çêkirin. Li Amed, Cizîr û Sêrtê barê kamerayan hilgirtin. Stran, lorînên jinan nivîsin.
 
Qetilkirina Ceylan Onkol ku bi topa hewanê bedena wê parçe bû, Ugur Kaymaz ê 12 salî ku bi 13 guleyan hat qetilkirin, Cemîle Çagirga ya bedena wê ji bo xera nebe di cemedankê de hat veşartin, çapemeniya azad ragihand. Ewil ew çûn cihê bûyerê. Arşîva me piran bi wêneyên zarokên hatine qetilkirin û dayikên lorînan dibêjin tije ye.
 
Dîren Yurtsever, Berîvan Altan, Denîz Nazlim, Selman Guleryuz, Hakan Yalçin, Ceylan Şahînlî, Emrullah Acar û nûçegîhanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznur Deger bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. Girtina wan bêguman ne bêsedem e. Çapemeniya azad bi înyad e. Girîng e, bi nirx e. Hemû endamên wan bên girtin jî her tim nûçegîhanên wan ên derkevin qadê hene.
 
Ez gotina xwe bi hevokên nivîskarê Alman Gunter Grass ku pirtûka xwe ya ‘Teneke trampet’ ya piştî duyem şerê cîhanê nivîsiye, dixwazim bi dawî bikim: “Em dikarin encam û sedemên şer nîqaş bikin, şertên ku dibe aştiyê li ber çavan bigirin, hinek analîzan bikin. Lê dixwaze têgehî dixwaze dîrokî lêkolîn bê kirin, dema şer dibe mijara gotinê ya ku divê neyê piştguhkirin tecrube û berpirsyariyên welatiyan e. Welatî di hinek rewşan de dibin şahidê gumanbarên şer û hinek rewşan.”Belê şahidiya çapemeniya Kurd biqasî neyê piştguhkirin girîng e.