Li ser tiştên ku vegotina wan tune ye…

  • 09:03 23 Mijdar 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
“Hişê jinê ku tevî sedsal derbas bûye berxwedêr bûye, xweşikbûna jinê ya ku sergirtinê red dike ev du meh in li kolanên Îranê di şexsê Jîna Emînî de şîn dibe. Bi jin û mêr xwe li rengên azadiyê dipêçin.”
 
Ozlem Soyler*
 
Dibêjin; Her tiştê li ser rûyê erdê bila bîhna xweda lê keve, dixwaze wek qeşayê bi bîhnek determînîst teşe bibe, li gorî rengê xwe di du riyan de diherike. Yek ji van riyan dîrok ya din jî efsûn e. Em dîrokê dizanin, piranî  ji ber aktorên wê berketa xwe winda kirine, di xwînê de gevizîne, di derewan de fetisîne. Lê efsûn zelal e. Û li dijî dîrokê tiştê herî baş û herî mezin vedibêje. Ji ber vê em dîrokê dixwînin û bi efsûnê jî bawerbûnê tercîh dikin. 
 
Taca zêrîn
 
Di navîna dîroka qedîm de… Tevî hemû êş û elemên paşerojê, di hişê me yê zarokatiyê de, bi  çîrokên Şehrazatê, bi şevên stêrkênbirîqî, zîhnek mîstîke êdî Îran… Ger em binhişê xwe bidin zorê Îran di jiyana me ya rast û rojane de tê dîtin û em ê bibînin ku Îran li Rojhilata Navîn demên xwe yên herî biyanî û derewîn dijî. Çîrok ev e, ji ber porê wê zêrê zer e navê wê yê rast Fatma bû, jêre gotine Taca Zêrîn. Taca Zêrîn jineke bi bandor ya di mezhebeta Babîlî de bû. Jinek jîr û xwedî gotinên xweş bû. Bi qasî xweşikbûna xwe bi jîrbûna xwe jî navdar bû. Taca Zêrîn di şert û mercên dema xwe de jin bi rêxistin kiriye û xistiye tevgerê. Di têkoşîna xwe ya li dijî qedexekirinên olî de gotiye ‘her tişt rewa ye’ û hemû tabû da pêş xwe û bi cesareta xwe nav da. Rejîma Îranê ew jî xist lîsteya ‘di dijahlaqiyê de ji bo jinan dibe mînak’. Taca Zêrîn bi cil û bergên vekirî tevli Kongreya Bedeşt a Babîlî bû. Di axaftina kongreyê de xîtabê mêran kir û got ‘Peredeya we xistiye navbera xwe û jinan, bi hevkariya kar, faliyetê hevpar parçe bikin. Piştî we qelaştin bi wan re bên gel hev. Wan ji jiyana girtî, tenêbûnê derxînin. Ew ji kulîlkên vê cîhanê wêdetir tiştek nînin.” Taca Zêrîn bedela van gotinan bi jiyana xwe da.
 
Ya nehat vegotin….
 
Di efsûnên kesên ku mucîzeyên xwe afirandine de aloziyek heye. Em xwe dispêrin feraseta parastî û balkêş ya efsûnan. Em nikarin vebêjin; ji ber têla por dibe sedema cînayetê, jinek ciwan her tim ciwan wê bê bibîranîn. Li Rojhilat ku dîroka wê pir kevnar e çima jiyan her tim wisa ciwan dimînin. Ji ber vê em dibêjin efsûn. Em vê awartebûnê wisa derbas dikin. Em nikarin vebêjin jin ji xwe her tim tên kuştin, her cureyê newekheviyê re tê rû hev, ji ber nasnameyê, ji ber îtîraz dike, daxwaz dike tê qetilkirin. Belkî em ji hişê xwe yê dîrokê dizane re vebêjin lê ji dil re tu car. Ji ber vê em dibêjin efsûn.
 
Navê Efsûnê Jîna Emînî
 
Navê vê Efsûnê Jîna Emînî ye. Li gorî efsûnê ji ber têla porê wê hatiye dîtin her tiştî dest pê kiriye. Ev efsûn, ji bo jiyînê hewce bi destûrê dihat dîtinê ye. Jin neçar kirine ku li ser çongan bê jiyanê. Lê mirov dikarin li dijî qedera xwe li ser piya bisekinin. Jîna Emînî serbilind bû. Rojhilata pîr kî dizane kengê evqas xweş li ser piyan sekinî bû. Di mantika wê de pirsên ji efsûnan tê pirsîn heye. Mînak ji bo afirandina xweşikbûnê gelo hewce bi êşeke wisa awarte hebû?
 
Azadî enerjiya demê ye
 
Hişê jinê ku tevî sedsal derbas bûye berxwedêr bûye, xweşikbûna jinê ya ku sergirtinê red dike ev du meh in li kolanên Îranê di şexsê Jîna Emînî de şîn dibe. Bi jin û mêr xwe li rengên azadiyê dipêçin. Azadî ne hêsan e. Her tim pêşxistinê dixwaze. Û azadî enerjiya demê ye. Jin îro li kolanên Îranê laçikên xwe davêjin, diqelêşin û dişewitînin. Enerjiya jinê herikbar e. Herikbariya enerjiya jinê bi saya dewlemendiya hişê wê li her derê civakê xwe dide der. Enerjiya jinê ji curebûna teşeyî pêkan nîne. Tevger jî tê de û îradeya wê enerjiya hebûna wê ye.
 
Li Îranê tevgera civakî ya forum qezenc nekiriye, bi enerjiya xwe ya herikbar bi pêşengiya jinê carek din hişyariya xwe dijî. Xweşikbûnek wisa çalakiya hişmend a avakirina jiyana civakî ye. Li dijî sêdaran bi înat xweşikbûna cesaretê tê jiyîn. 
 
Girtîgeha Jinan a Gebzeyê*