Leyla Guven: Em ê hevalên Jînayê destûrê nedin zîhniyeta paşverû

  • 09:16 7 Cotmeh 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
AMED - Leyla Guven ji bo Jîna Mahsa Amînî ku li Îranê hat qetilkirin name şand û got: “Divê neyê jibîrkirin ku em hevalên Jîna û girtiyên siyasî yên Kurd tu car wê destûr nedin feraseta paşverû. Em ê têkoşîna xwe bi biryar bidomînin.”
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li girtîgeha Jinan a Xarpêtê girtiye, ji bo Jîna Mahsa Amînî ya li Îranê hat qetilkirin nameyek nivîsî. Di nameya xwe de bal kişand ser têkoşîna jinên Îranê ya ji paşerojê heta îro.
 
‘Li Îranê artêşa jinan şûnde gav neavêt’
 
Leylayê destnîşan kir ku artêşa jinan li Îranê bêyî ku şûnde gavê bavêj têkoşîna xwe meşandin û ji bo çarşefên reş yên li bedena wan hatine pêçan parçe bikin meşiyane. Leylayê wiha dirêjî dayê: “Ji bo zîhniyeta paşverû ya ku hewl dida îradeya wan teslîm bigire, meşiyan. Ji bo cîhana wan ya hatiye reşkirin ronî bikin meşiyan. Ji bo bêjin ‘Em ne namûsa tu kesî ne, namûsa me azadiya me ye’ meşiyan. Di stûyê wan de şopa ben nava xwînê de meşiyan û hîna jî dimeşin.”
 
Leylayê di berdewamiya nameya xwe de wiha anî ziman: “Jinên Îranê bi sedsalan e li dijî zîhniyeta serdest têdikoşin û têkoşîna wan a bi serkeftin tijeye êdî li hemû cîhanê tê zanîn. Di heman demê de ev berxwedana xurt a jinên Îranê îlhamê dide hemû jinan. Li Îranê di alî mafê jinan û wekheviyê de yekem rêxistibûna di dîrokê de tê zanîn di salên 1840’î de Bahariyiyên ku baskê tevgera ‘babî’ ye. Ev tevgera xwe dispêre feraseta wekheviya çandan û nîjadan, ji bo jinan azadî, bilindkirina statuyê, edaleta civakî, sînorkirina pir zewacî û reforma perwerdeyê de di dema xwe de gelek daxwaz aniye ziman. Di demek kurt de bûye hedefa serdestên Îranê û zextên mezin dîtine. Di vê demê de Gurrat Eliyan û 28 hevalên xwe di dema baskê de hatin darvekirin û Gurrat Eliyan yekemîn jina femînîst a çalakvan a Îranê tê qebûlkirin. Bêguman hovîtiya li hember jinên Îranê vegotin wisa ne hêsan e. Lê em çend rastiyên dîrokî jî nebêjin wê ne rast be.
 
Ji bo têkoşîna me jinan bû ronahî
 
Mînak li girtîgeha Evînê jinê ne zewicandî beriya bibin sêdarê tecawiz dikin û wisa dibin. Hinceta wan jî ev e ku nekevin bihûştê. Wek çavsorên DAIŞ’ê dikin, ew jî heman tiştî dikin. Li eyaleta Belucîstanê bi hezaran jinên Kurd û gundî piştî hatin tecawizkirin hatin qetiklirin. Di 2015’an de li Rojhilat jina ciwan a Kurd Ferînaz  Xosowanî ku ji tecawiza hêzên rejîmê direviya jiyana xwe ji dest da. Piştre di serhildana Mahabadê de bi dehan jinên Kurd hatin darvekirin. Vîda Muhaved ya 31 salî ku laçika xwe kir ala serhildanê cezayê girtîgehê girt. Sabo Kardafşarî 24 sal cezayê girtîgehê kir. Rojnameger Maziye 10 sal û 148 kamçî ceza girt. Jna Kurd Şîrîn Elemhulî ku bi berxwedana xwe destan nivîsî li girtîgeha Evînê piştî îşkenca lê hat kirin hat darvekirin. Beriya bê darvekirin bi gotinên ‘Jibîrkirin mirine,divê mirov xwe teslîmê mirinê nekin û jinên vî welatî bi xeyalên xwe dimirin. Firînê fêr nabin. Ji ber  pergalê ji wan re rêbazek nehiştiye’ji bo têkoşîna jinan bû ronahî.
 
Rejîma Molla her tim jin hedef girt
 
Mêrên dijminê jinê yên rejîma Molla her tim jin hedef nîşan dan. Ji ber nêrîna ku pergala serdest ya mêr ya li hember jinan afirandiye pir kûr û giran e. Jin wek çavkaniya guneh, wek çeka şeytan, sedema qewirandina mêran a ji bihuştê û berpirsên sereke yên xerakirina qanûnan tê dîtin. Mêrên ku dewlet xistine bin kontrola xwe, bi meleyên bi pere didin xebitandin jinan hepsê malê dikin. Li îbadetxaneyan piştî her 5 wext nimêj şûnde wek menuya fîx vedibêjin ku jin divê ji mêran re serî bitewînin, koletî wê jinan bibe bihûştê. Kesên van waezan guhdar dikin jî bi dilrehetî şîdet, recm, darvekirin, tecawiz û girtinê rewa dikin. Ew sefîrên xwedane di encamê de. Ma qey derewan nakin!
 
Jin rûneniştin û negotin ev qedera me ye
 
Wek li her devera cîhanê li Îranê jî jinan negotin ‘ev qedera me ye’  û li malên xwe rûneniştin. Bi feraseta ‘em berê xwe bidin rojê wê hemû sî li pişt me bimîne’ meşiyan û hîna dimeşin. Ji ber jin dizanin bi serhildanê wê bigihêjin rastiya jinê. Ji ber vê jî li dijî şîdetê serî netewandin. Wek Sara ya ku got ‘Jiyana min her tim pevçûn bû’, jinên dilê wan ji bo azadiyê diavêt 7/24 kolan terk nekirin û nakin. Îro serhildana piştî jina Kurd Jîna Mahsa Amînî ya 22 salî ku hat qetilkirin, tê jiyîn gelo bersiva van tiştên tên jiyîn nîne? Jîna Mahsa jinek Kurd a ji Rojhilate û xuyaye ku rihê berxwedêriyê dihewand. Li dijî zextên ‘polîsên ahlaqê’ ku ji ahlaqê bêparin serî natewîne. Wek Leyla Qasiml a li dijî dîktator Saddam serî netewandiye an jî wek Arîn Mîrxan ya li dijî DAIŞ’ê berxwedanek bêhempa da û hevala Sakîne ya tûfê rûyê Esad Oktay kir..
 
Em tu car destûrê nadin
 
Bedena Mahsa Amînî ya ji ber îşkenceyan li erdê ket, bû wesîleya serildanan mîlyonan jinî. Ji ber êşa di bedena Amînî de hemû jinên cîhanê di bedena xwe de hîs kir.Jinê gotin ‘jiyan ji qanûnan xurtir e’ berxwedana xwe pêçan û bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ şev ronî kirin. Jin bi salan e li qadan ‘jin azad bin wê cîhan bijehe’ qîriyan û îro jî em vê di rastiya Îranê de dibînin. Îro jinên Îranê bûne sembola berxwedan û hêza îradeyê. Divê her kes bizanibe ku ji bo jin bo azadiya her tiştî didin ber çavan. Wek Clara Zetkîn jî gotiye ‘Jiyanê ancax kesên jiyanê ji ber çavan derxistin wê qezenc bikin.’Bila serê malbata bi nirx a Mahsa Amînî û hemû gelê me sax be. Bila neyê jibîrkirin ku em hevalên Jîna û girtiyên siyasî yên Kurd wê tu car destur nedin vê feraseta paşverû. Em ê bi vê biryarê têkoşîna xwe bimeşînin.”