Keseke bi navê Gulan 2026-07-03 09:04:35   Lê guhertin ne dûr bû jê, loma çavkor nebû. Veguhertina wê bû sebeba jiyana wê. Guherî bû; him rexne dikir him rexnedayin dida. Dijberiya li hemberî çalakiya Zîlanê bi yekbûnê bê wate bû. Dîtibû hevgirtina jinê çareya hemû pirsgirêkan û hêza herî mezin a jiyanê bû. Çiqas dilnizm bû, negot "Min qet şaştî nekir." Got " Ez hatim li gel we me û ne bêyî we me."   Zerrîn Yilmaz   Kê bi destê ên torî (Toy) digirt da ku nekevin ? Kî di bin lingên wan de dibû ax da ku neşewitin ? Kê serê toriyan dişuşt, di bin barana berfê de? Ji yên bêçare re li rê digeriya, dev ji yên ku dev ji xwe berdabûn, bernedida li pey çareya derdên wan digeriya ? Dema her kesî ji bo yekê digot "xelas, rêya vê qediya" wê digot " na elbet dest ji bo girtinê ye û her rê dibe ku nevekirîbe heta yek bendan raneke." Ji ber tehma devê wan dizanîbû, ji bo kîjan xwarinê gazî kê bike dizanîbû. Xuya bû, li ber her kesî sekinîbû. Na na bila dayik neyê bîra we, ew heval bû navê wê Gulan bû.   Li pey kê dimeşiya wext ? Kê sînorê zeman derbas kiribû û ji leza ronahiyê borîbû ? Erê ew jî Gulanê bû. Ji tevan diborî, nexasim ger li pêşberî xwe xebatek bidîta û ji xwe tiştek bixwestiba... Ji serî heta pêşî, wiha bi wîze (enerjî) bû. Wîzeya wê carinan xwe bi ken nîşan dida, carinan dibû angaşt, carinan di xuyanga coşê de xwe dida der û carinan dibû gotin. Lê ew bû, herkesî ev dizanî. Gulan bû, ked bû, gotinên bêwestan diketin rêzê, ji zelaliya wê bûn ku em ji vê re dibêjin bawerî.   Ji Bedlîsê bû, zanîngeh xwendibû, wisa xuyaye ku jê wate negirtibû ku li pey xwe hiştibû. Çiqas kêfxweş bû, gava wê ya destpêkê ew ber bi Rêberê wê ve biribû. Lê di dîtina yekemîn de giriyabû. Na, ne ji ber bandora dîtinê bû. Rêberê wê di civîna yekemîn de rexneyên tûj li pêkhatiyê kiribû, şehîdên wan hebûn û fermandar bi qisûr bûn. Lê wê gotina Rêberê xwe ya "Hûn çima ewqas xemsar in, hûn çima ewqas bêbersiyar in ku şehîdan didin? girtibû ser xwe, lewre ew di fikir û hest de berpirsiyar bû. Ji wan çavên morîkîn hêstir bariyabûn û ew hêstir rastê çavên Rêberê wê hatibûn. "Tu çima digirî?" "Ez hîn nebûme mîlatan lewre."   -Ma ez ji te re dibêjim ? Ez ji van qureyan re dibêjim ? Ne xema wan e lê te roja yekemîn girt ser xwe.   Erê girtibû ser xwe, dibejê ku ji kê bê bû fermandar û bi destên hevalên xwe girt, ew bi pêş ve birin. Diviya bû bibe mîlîtan da ku careke din rondikan nebarîne û bi Rêberê xwe gotinan nede dubarekirin. Ne tenê ji ber vê bû, hez jî dikir; pir hez dikir. Bi vê çend çiya geriya, ji Xerzanê heta Başûrê Kurdistanê, di her çiyayekî de demsalek, di her demsalê de zemanek û heval û windahî û serkeftin...   Berî fermandartî, fedaîtî dabû ser xwe. Di dîlgirtina Rêberê xwe de çalakî dabû pêş xwe. Dudulî nebûbû bi xwe re. Amade bû; bi hêrs û bêçare. Tenê canê wê hebû, ew jî ne li ber çavê wê bû. Bi canê xwe hewl dida Rêberê xwe bide jiyandin; xelasiya wî di çalakiya xwe de didît. Ma Zîlan jî ji Rêberê xwe re wisa negotibû:"Xwezî ji canê min zêdetir, tiştekî dinê heba." Ji ber vê dema Rêberê wê agirbest îlan kir û bêyî ku çalakî bike li wargehên xwe vegeriya ji tiştekî ji canê xwe zêdetir geriya da ku pêşkêş bike û ew di kesayeta jina fedaî de dît. Di jiyanek ku bi qasî çalakiyê bi wate û hêja.   Ne ku bêqisûr bû; ji ber çavên wê ji xeletî direviyan an jî ew di hinek fikran de asê diman. Lê ji fikrên xwe ewqas bi bawer, bi coş bû, bi wan nedihesiya. Fedaîtî îdeala wê bû. Ji ber vê car caran rewşa mirovî ew diterikand. Ger hindek bisekiniya dê bidîta lê ewqas ji dil di nav de bû, sekin lê nedihat. Dema ji bo têgihînê nedisekinî xeletî nedihatin ber çavên wê. Wê xwe sipartibû Zîlanê, lê Zîlanê veduguherî, ew ne tenê çalakiyek bû ew nasnavek bû êdî.   Lê guhertin ne dûr bû jê, loma çavkor nebû. Veguhertina wê bû sebeba jiyana wê. Guherî bû; him rexne dikir him rexnedayin dida. Dijberiya li hemberî çalakiya Zîlanê bi yekbûnê bê wate bû. Dîtibû hevgirtina jinê çareya hemû pirsgirêkan û hêza herî mezin a jiyanê bû. Çiqas dilnizm bû, negot "Min qet şaştî nekir." Got " Ez hatim li gel we me û ne bêyî we me." Berî biçe bi kelecan bû, di bin dara kevnar de baskên xwe vekiribû û ji hembêzkirinê re amade bû. Ma ne ji ber vê bû kuştina wê ? Ku xwe kir navê hevgirtina jinê, ew bû ku bû hêza yekbûyinê, rê ji bo têkoşînê vekirîbû û ew bû ya ku xwe sipartibû jinê. Ev bû sebeba kuştina wê. Lewra piştî şehîdbûna wê, ser xatirê wê "di jiyana azad de israr" gotin jinên hevalên wê.   Em nizanin ew çend xwişk û bira bûn dayik û bav li ku bûn. Lê yên dixwazin, dikarin bipirsin, Filiz Yerlikaya bû. Yên ku li pey bikevin wê rastî wêneyê wê werin û bibînin me gotin li ser zêde nekiriye û kêm mayiye. Yên ku hatine gotin li ser rûyê wê ye. Kî wê nas dike, dibêje "Xwezî". Xwezî niha bi me re bûya " Lê em dizanin ew bi yên ku dimeşin re ye, ji yên ku rawestiyane boriye."   Em wê wisa nas dikin, dizanin. Lê hûn dikarin hîn lê bigerin. Em dizanin hûn ê ji me zêdetir bibînin.   *Girtîgeha Jinan a Sîncanê