Di dosyaya Gulistan Doku de 15 kes hatin binçavkirin
- 10:43 21 Tîrmeh 2026
- Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya lêpirsîna dosyeya Gulistan Doku de hevjîna waliyê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin.
Di dosyeya Gulistan Doku de pêşketinek nû rû da. Hevjîna Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel ku hatibû girtin, û 3 bijîşk jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriyên Komarê yên Erzirom û Dêrsimê bi rê ve dibin de li Xarpêtê, Meletiyê, Enqereyê, Stenbolê û Dêrsimê operasyonên hemwext hatin kirin. Di serdegirtinên malan de 3 bijîşk, hemşîreyek, peywîrdarek karên agahiyan, 5 personelên berhevkirina daneyan, hevjîna Tuncay Sonel, Handan Sonel, kesek ku tê gotin mudaxileyî telefona Doku kiriye, karsazek û 2 cerdevan jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin. Binçavkiriyan birin midûriyetên polîsan.







