Danîşîna rojnamevan Reyhan Hacioglû hat taloqkirin 2025-10-09 15:59:06   WAN - Di danişîna doza rojnamevan Reyhan Hacioglû de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, biryara berdewamiya kontrola edlî hate dayin. Ji bo rojnameger Welat Ekîn jî biryara anîna bi darê zorê hat dayin.   Danişîna doza edîtora rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglû ku di 17’ê Çileye de tevî 5 rojnamevanan hatibû binçavkirin û di 20’ê Çileyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, hate lidarxistin. Danişîn, li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hate lidarxistin. Reyhan Hacioglû beşdar nebû lê parêzerê wê Nazmî Ayaz amade bû.    Dadgehê, biryar da ku qedexeya derketina derveyî welat a Reyhan Hacioglû bidome. Dadgehê, ji bo xwediyê Produksiyona Guncel Medyayê Welat Ekîn jî biryara anîna bi darê zorê da û danişîn taloqî 6'ê Çileya 2026'an kir.