Danişîne Nîmet Tanrikulu hate taloqkirin 2025-10-07 14:11:06   STENBOL - Di doza parêzvana mafê mirovan Nîmet Tanrikulu de biryara domandina kontrola edlî hate dayin.    Danîşîna 4’emîn a doza parêzvana mafê mirovan Nîmet Tanrikulu ya ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihate darizandin, li Dadegaha 24’emîn a Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê hate lidarxistin.   Parêzerên Nîmet Tanrikulu û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn beşdarî danişînê bûn. Nîmet Tanrikulu di parastina xwe de xwest biryara kontrola edlî were betalkirin û materyalên wê bên teslîmkirin.   Dadgehê,  daxwaza teslîmkirina materyalên dîjîtal qebûl kir û daxwaza rakirina kontrolên edlî red kir. Herwiha dadgehê danîşîn taloqî 15’ê Çileyê 2026’an kir.