‘Lijneya Îdarî û Şopandinê, mekanîzmayeke li dijî mafê hêviyê ye’ 2025-09-29 09:03:24   Neslîhan Kardaş   WAN - Parêzer Leyla Kaplan Kertîş biryara ‘mafê hêviyê’ ya KWKE’yê nirxand û got: “Bi awayekî zelal li holê ye ku Tirkiyeyê der barê mafê hêviyê de sererastkirinek nekiriye. Mekanîzma Lijneya Îdarî û Şopandinê, ne sererastkirina der barê mafê hêviyê de ye, berovajî vê mekanîzmayeke li dijî mafê hêviyê ye.”   Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev demeke dirêj e ‘mafê hêviyê’ di rojevê de ye. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) biryara xwe ya têkildarî “Koma Gurban” a “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din di 18’ê Îlonê de da. Komîteyê ku dema berê ji bo avêtina gavan salek dem dabû Tirkiyeyê, careke din heta Hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê. KWKE'yê heta hezîrana 2026’an ji Tirkiyeyê gavek şênber dipê   Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Leyla Kaplan Kertîş, der barê mafê hêviyê de axivî.   Mafê hêviyê çiye?   Leyla Kaplan Kertîş der barê mafê hêviyê de agahî dan û got: “Mafê hêviyê ji bo girtiyên ku cezayên muebetê girtine derfeta dayîna azadiyê ye. Mafê hêviyê,  fikra ku wê rojekê azad bibe ye. Mafê hêviyê yekem car di 2014’an de ket rojeva Tirkiyeyê. Mafê hêviyê bi biryara Ocalan-Tirkiye ket rojeva me. Piştre dîsa biryara Ocalan Tirkiye, biryara Gurban-Tirkiye, Boltan Tirkiye hatin rojevê.  DMME’yê di biryara Ocalan-Tirkiyeyê de hincetek anî. Biryar hat dayîn ku Tirkiyeyê qedexeya îşkenceyê ya xala sêyemîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê binpê kiriye û li dijî Tirkiyeyê biryara binpêkirinê hat dayîn. Mafê hêviyê jî di 2014-2015’an de bi vî awayî ket rojeva me.”   ‘Tirkiyeyê gava şênber neavêt’   Leyla Kaplan Kertîş da zanîn ku li gorî xala 46’emîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME), dewletên alîgir biryarên DMME’yê bê kêmasî divê pêk bînin. Leyla Kaplan Kertîş wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê Tirkiyeyê di vê mijarê de gavek şênber navêt. Herî dawî di rûniştina 80’emîn a Li dijî Îşkenceyê ya 16-17’ê  Tîrmehê de li Cenevreyê hat kirin de bal kişandibûn ser van biryaran û heta îlona 2026’an ji Tirkiyeyê agahî xwestibûn. Di 18’ê îlonê de KWKE’yê der barê mafê hêviyê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hatibû diyar kirin ku Tirkiyeyê hîna gavek navêtiye û heta Hezîrana 2016’an dem da Tirkiyeyê.”   ‘ÎGK mekanîzmayek li dijî mafê hêviyê ye’   Leyla Kaplan Kertîş balkişand ser komîsyona li meclîsê hatiye avakirinê û wiha got:  "Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga aştî û civaka demokratîk kir. Piştî vê Komîsyonek li meclîsê hat avakirin û KWKE’yê balkişand ser vê komîsyonê û di mijara sererastkirinan de pêşniyar li komîsyonê kir. Ev girîng e. KWKE’yê diyar kiriye ku hevdîtinên li Tirkiyeyê tên meşandin girîng in. Di 2020’î de Tirkiye di qanûna înfazê de çû guherînê pêkanîna Lijneya Îdarî û Şopandinê anî û îdia kir ku der barê mafê hêviyê de mekanîzma pêş xistiye. Lê KWKE’yê di biryara 18’ê îlonê de li ser lijneyê nesekinî û ev jî nîşan dide ku tu bandora lijneyê tuneye.  Mekanîzma Lijneya Îdarî û Şopandinê, ne sererastkirina der barê mafê hêviyê de ye.”   ‘Hewcedarî bi sererastirinên bi bandor hene’   Leyla Kaplan Kertîş di berdewamiyê de bi lêv kir ku qanûna înfazê ya der barê mafê hêviyê de li Tirkiyeyê rewşeke îstîsnayî ye û wiha bi lêv kir: “Bê gotin ku ev qanûn der barê Abdullah Ocalan de derbasdar e jî bi hezaran girtî eleqeder dike. Ev rewşa ku kronîk bûye divê bê çareserkirin. KWKE’yê di vê mijarê de pêşniyarên zelal kirine. Em hiqûqnas dixwazin ev pirsgirêk bê çareserkirin. Piştî biryara Ocalan-Tirkiyeyê ya DMME’yê KWKE xwedî mafe înfaza vê biryarê kontrol bike. Lê Plana Çalakiya Mafê Mirovan li Tirkiyeyê ne bi bandor bû.”