‘Ne gumanbar mexdûr tên darizandin!’ 2025-08-08 09:02:27   STENBOL - Parêzer Bîlge Çarpici da zanîn ku di qetilkirinên jinan de hiqûq piranî li alî mêran biryaran dide û got: “Ne gumanbar, mexdur tên cezakirin.”   Tundî û qetilkirinên jinan her diçin zêde dibin. Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê ev sûc her diçin zêde dibin. Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Ewil Jin û Zarok, parêzer Bîlge Çarpici, der barê pêvajoya darazê ya dozên jin û zarokan de ji JINNEWS’ê re axivî.   Bîlge Çarpici diyar kir ku destdirêjî tundiya li hember zarokan serê wê tê girtin û gumanbarê tundiyê bi bêcezahiştinê tê parastin lê yên mexdur jî tên cezakirin. Bîlge Çarpici wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zarokên destdirêjî lê tên kirin, rewşê nabêjin vedişêrin. Ji ber vê jî pirsgirêkên psîkolojîk rû didin. Li şûna ku sûcdar bên cezakirin, mexduran ceza dikin. Ji bo pêşî li vê bê girtin divê bi gel re hişmendî bê avakirin. Sûcek hebe jî divê di hiqûqê de bê cezakirin.”   ‘Divê tehrîka bêmaf di perspektîfa hiqûqî de bê nirxandin’   Bîlge Çarpici balkişand ser daxistina ‘tehrîka bêmaf’ a ji bo gumanbaran pêk tê û got: “Deme em lê dinêrin daxistina tehrîka bê maf bi giştî ji bo mêran pêk tînin. Jinekê qetil dike û dibêje ez bi kesekî din re xapandime. Em çîrokên wisa dibînin. Em li daneyan dinêrin, hejmara jinên ku ji aliyê mêran ve tên xapandin pir zêdeye.  Lê jin ji ber vê mêran nakujin. Em dinêrin mêr xwe dispêrin pişt îxanetê û bi vî awayî xwe  diparêzin. Divê daxistina tehrîka bê maf di perspektîfa hiqûqî de bê nirxandin.”   Bîlge Çarpici destnîşan kir ku bêyî ku divê newekheviya navbera mirovan de bê kirin, darizandinek adîlane bê kirin û got: “Qanûna Înfaza Ceza a Tirk bi giştî di mijara pêkanîn û lêpirsînan de qelsiyên wê hene. Di lêpirînên tên kirin de divê bi awayekî adîlane bên kirin. Nêzîkatiya li hember jin û zarokan nêzîkatiyek siyastiye. Hiqûq jî ji siyasetê serbixwe nîne.”   Komeleya Ewil Jin û Zarok çiye?   Bîlge Çarpici di dawiya axatina xwe de diyar kir ku Komeleya Ewil Jin û Zarok, ji bo jin û zarokan piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk dide û wiha dawî lê anî: “Komele roj bi roj mezindibge. Komeleya me de, psîkolog, parêzer, civaknas, mamoste û ji pîşeyên din jî gelek hevalên me hene. Em di vir de xebatek kolektîf dimeşînin. Giranî li ser hiqûqnasan bê dîtin jî di esasê de em xebatek kolektîf dimeşînin. Li 81 bajarî wek komeleya Ewil Jin û Zarok parêzerên me hene. Li van bajaran diçin dikevin runiştinan. Em têkoşîna xwe didomînin.”