‘Li girtîgehan îşkenceyek sîstematîk heye’ 2025-06-08 09:05:38 Melîke Aydin   ÎZMÎR-Parêzer Berîtan Tasman da zanîn ku pêkanîn û îşkenceyên li girtîgehan zêde bûne û got: “Ji ber nebûna mafê hêviyê îşkence heye. Li dijî dijhiqûqiyên li girtîgehan divê her kes xwe berpirs bibîne.”   Li gorî rapora 2025’an  Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê hejmara girtiyên nexweş  161 jê jin û hezar û 251 mêr bi giştî hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Her wiha di raporê tê diyarkirin ku 335 girtî rewşa wan girane. Bi sedan girtî tevî rewşa giran nayên berdan.   Rêvebera Kmeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê parêzerî Berîtan Tasman der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re axivî.   Piştî 27’ê sibatê şûnd zext zêde bûn   Berîtan Tasman da zanîn ku li girtîgehên jinan bi salane binpêkirinên mafan yên wekê ava germ, qelebalixbûna koxuşan, lêgerînên koxuşan, desteserkirina lavan tên jiyîn û herî dawî li girtîgeha Jinan a Şakranê ji ber girtiyan, silav dane malbatên hevalên xwe cezayên dîsîplînê lê hatine birîn. Berîtan Tasman wiha got: “Piştî banga Birêz Ocalan a 27’ê Sibatê şûnde li girtîgehan zext zêd bûne.”   ‘Maf tên sînorkirin’   Berîtan Tasman da zanîn ku yek ji pirsgirêkên din sînorkirina 10 pirtûkan anîne û xwegîhandina rojnameger û kovarên muxalîf ne pêkane û wiha dirêjî dayê: “Tenê kanalên alîgirt tên nîşandan. Şandina nameyan jî bi sînore.  Qurs hene ne qursên bi armanca perwerdê nîne. Bi armanca bazirganiyê tên kirin. Dema jin tevli van qursan nebin,girtiyên tahliyeya wan nêz dibe hinceta ‘rewşa waş tuneye’ derdixin pêşberî wan.”   ‘Îşkenceyek sîstematîk heye’   Berîtan Tasman destnîşan kir ku li girtîgehan îzolasyon tê jiyîn û wiha got: “Nêzîkatiya girdiyanan,  mafên herî xwezayî asteng dike. Girtî nikarin kulîlkan biçînin, wêneyan bi dîwaran ve daliqînin, pênûsêen boyaxê nayên dayîn. Hewl didin girtiyan ji civakê qût bikin. Li girtîgehan binpêkirina mafan mijara gotinê ye. Îşkenceyek sîstematîk heye. Tecrîd l ihemû girtîgehan pêk tê. Salên dawî de hevdîtinên girtiyan bi kêfî tê astengkirin. Girtiyan surgunê bajarên ji malbata wan dur tên kirin. Tahliyeya girtiyên nexweş tên astengkirin. Sewqkirina nexweşxaneyan nayên kirin.”   ‘Divê ÎGK bên rakirin’   Berîtan Tasman balkişan dser Lijneyên Şopandina Îdareyê (ÎGK) û da zanîn ku bi biryarên kêfî yên ÎGK’ê girtî nayên tahliyekirin û wiha domand: “Li girtiyan poşmantî tê ferzkirin. Gelek girtî vê qebûl nakin û ji ber vê tahliyeya wan tê astengkirin. Divê ÎGK bên rakirin. Pêvajoya bi 27’ê Sibatê dest pê kir didome. Bala her kesî li girtiyên nexweşe. Divê rewşa girtiyên nexweş nebe mijara bazarê. Divê ji zûde girtiyên nexweş bihata berdan. Her wiha nebûna mafê hêviyê jî tespîta îşkenceyê ye. Ji ber nebûna mafê hêviyê îşkence heye. Li dijî dijhiqûqiyên li girtîgehan divê her kes xwe berpirs hîs bike.”