4 kesên ku li Êlihê hatibûn girtin serbest hatin berdan 2024-12-02 16:53:58     ÊLIH - Rojnameger Mizgîn Sonûk û endamên Meclîsa Şaredariya Êlihê Hatîce Taş, Ozdemîr Çelîk û Vedat Ozer ên ku tayînkirina qeyûman şermezar kirin, hatibûn girtin hatin berdan.   Gel li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Êlihê ya di 4’ê Mijdarê de li ber şaredariyê kom bû û bertekên xwe nîşan da. Rojnameger Mizgîn Sonûk û endamên Meclîsa Şaredariya Êlihê Hatîce Taş, Ozdemîr Çelîk û Vedat Ozer ên ku tayînkirina qeyûmê protesto kirin, piştî îfadeya wan di 7'ê Mijdarê de hatibûn girtin.   Mizgîn Sonûk û Hatîce Taş, Ozdemîr Çelîk, Vedat Ozer piştî lêpirsîna ku hat girtin ji aliyê 2'yemîn Dadweriya Cezaya Sulhê ya Êlihê ve hatin berdan.