‘Qanûna çarçoveyî’ dê pêşkêşî Lijneya Giştî bê kirin
- 14:16 9 Tebax 2026
- Rojane
ENQERE- Qanûna çarçoveyî ya ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de derbas bû dê sibe were Lijneya Giştî ya Meclisê.
Qanûna Çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ya têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatibû pêşniyarkirin, duh di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de derbas bû. Qanûna çarçoveyî ku 12 xalan pêk tê piştî 18'ê seatan di Komîsyona Edaletê de derbasbû û ji Lijneya Giştî ya Meclisê re hat şandin. Qanûn sibe di seat 11.00’an de di Lijneya Giştî ya Meclisê de bê nîqaşkirin. Tê payîn qanûn dîsa di Lijneya Giştî de jî di encama dengdayînê de bê qebûlkirin.







