Cangoriyên Komkujiya Pirsûsê hatin bibîranîn

  • 15:56 20 Tîrmeh 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 33 rêwiyên Kobanê ku 20'ê Tîrmeha 2015'an li Pirsûsê di êrişa DAIŞ'ê de hatin qetilkirin, li gelek bajaran li ser gora xwe hatin bîranîn. Di bîranînan de careke din daxwaza edaletê hate kirin.
 
33 rêwiyên Kobanê ku 20'ê Tîrmeha 2015'an li Pirsûs a Rihayê di êrişa bombeyê zindî yê DAIŞ'ê de hatin qetilkirin, li gelek bajaran li ser gora xwe hatin bîranîn.
 
Hatay 
 
Li navçeya Antakyayê ya Hatayê, ji qurbaniyan Okan Pîrînç li ser gora xwe hate bîranîn. Malbata wî û endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Antakyayê beşdarî bîranînê bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Hatayê Naîm Ozbek axivî û diyar kir ku wê têkoşîna xwe ya ji bo aştî û demokrasiyê dewam bikin û polîtîkayên înkar û faşîzmê ji holê bêne rakirin. Bîranîn piştî ku qurnefîl li ser gor hate danîn, bi dawî bû.
 
Amed 
 
Bi pêşengiya Federasyona Şoreşgerên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) cangoriyên Komkujiya Pirsûsê Veysel Ozdemir û Nazli Akyurek, li ser gorên xwe yên li Goristana Yenîkoyê û Goristana 450 Evlerê yên li Amedê hatin bibîranîn.
 
Parlamenter û rêveberên DEM Partiyê, rêveberên MEBYA-DER'ê, nûnerên rêxistinên sosyalîst, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl û û malbatên cangoriyan tev li bernameyên bîranînê bûn. Di bîranînan de ji bo cangoriyan rêz hate girtin. Pêşî bernameya bîranînê li ser gora Veysel Ozdemîr a li Goristana Yenîkoyê pêk hat. Paşê jî bernameya bîranînê li ser gora Nazli Akyurek a li Goristana 450 Evlerê pêk hat. Di her du bernameyan de jî axaftin hatin kirin.
 
Endamê SGDF'ê Devrîm Altinkaynak axivî û diyar kir ku hemû cangoriyên ku ji bo doza Kurdistanê û şoreşa Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û wiha got: “Sosyalistên welatparêz ji aliyê AKP'ê ve bi destê DAIŞ'ê hatin qetilkirin.” Devrîm Altinkaya qala armqanca ciwanan kir û destnîşan kir ku ev ciwanên çepgir û şoreşger di oxira ku di navbera gelê Kurd û Tirk de bibin pir canê xwe ji dest da.
 
Paşê Hevserokê MEBYA-DER a Amedê Ramazan Dengîz jî axivî û komkujiyên 5'ê Hezîranê û 10'ê Cotmehê ji bir xist û wiha got: “Bi êrişan pêşiya aştiyê girtin. Ji bo hestên ciwanan em bi cih bînin, ev pêvajo dema wê ye. Divê em li gorî ruhê demê xeyalên qurbaniyan bicih bînin.”
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî axivî û da zanîn ku cangoriyên Pirsûsê bi destê dewletê bi hêzên tarî ve hatin qetilkirin û ev yek anî ziman: “Heta ku hemû komkujiya neyên zelalkirin, ew hêzên li pişt wan komkujiyan neyên darizandin, aştiyek mayînde nayê ser vê axê. Demildest em daxwaz dikin ku hemû hêzên li pey van komkujiyan derkevin holê û kujer bên cezakirin.”
 
Dêrsim 
 
Li navçeya Pulur a Dersimê, Çagdaş Aydin li ser gora xwe hate bîranîn. Bavê wî Fethî Aydin li bîranînê axivî û anî ziman ku destnîşan kir ku wê dest ji têkoşînê bernedin. Bîranîn piştî xwendina helbestên li ser Komkujiya Pirsûsê bi dawî bû.
 
Mêrdîn 
 
Li navçeya Qoser a Mêrdînê Mûrat Yûrtgul û Emrûllah Akhamûr li ser gora xwe hatin bîranîn. Hevserokê Şaxê Mêrdînê yê MEBYA-DER'ê Salîh Kûday li bîranînê axivî û destnîşan kir ku wê têkoşîna cangoriyan dewam bikin. Dayika Mûrat Yûrtgul, Şemsa Yûrtgul jî bi bîr xist ku li gel 11 sal di ser komkujiyê re derbas bûne berpirsyar hîn nehatine darizandin û anî ziman ku wê lêgerîna xwe ya li edaletê dewam bikin.
 
Bîranîn piştî ku qunefîl li ser gorên cangoriyan hate danîn bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Pirsûsê ji bîr neke, nede jibîrkirin" bi dawî bû.