ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2026'AN

  • 09:00 8 Tîrmeh 2026
  • Rojev
 
*Endama Lijneya Rêveberiya ÎTO’yê Irmak Saraç der barê cezayê li gumanbarên dosya Yusuf Ziya Gumuşel hatiye birîn de axivî û da zanîn ku her nêzîkatiya ku îstîsmara zarokan normal dike hem li dijî mafê zarokan hem jî li dijî etîka pîşeyî ye.
 
*Rojnameger Frederîke Geerdînk ku merasîma şewitandina çekan a piştî ku PKK’ê xwe fehs kir, şopand got muxatabê sereke yê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e û got: “Divê mirov bikaribin xwe bigihînin van muzakerevanan. Divê bikaribin bi rojnamegeran re biaxivin. Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re roportajê bikim.” DÎMEN HEYE
 
*Jinan pêvajoya Aştî û civaka Demokratîk ya ku bi banga Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirin ji bo gelan wek hêvî nirxandin û gotin: “Sererastkirineke ku ewlehiya girtiyên  nexweş, mafê zimanê dayikê û kesên tevli pêvajoyê bûne esas negire, baweriyê jî nade civakê.” DÎMEN HEYE
 
*Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Hezîranê 29 jin hatine qetilkirin, 14 û 2 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
*Ji Meclisa Jinan a DTSO'yê, Sevim Vural behsa têkoşîna Nevîn Îl a ku jiyana xwe ji dest da kir û got, "Wê pir baweriya xwe bi têkoşîna jinan dianî û hêza xwe jê digirt. Nevîn welatparêzek pir baş bû. Erka wê ew bû ku ji bo tiştê ku bawer dikir têkoşînê bike. Jin hewce ne ku vê têkoşînê zindî bihêlin û bidomînin. Ev ji bo me û ji bo vî bajarî windahiyek mezin e. Em ê pir bêriya wê bikin." DÎMEN HEYE