Semîra Hec Elî: Di destûra nû de divê zimanê Kurdî bê qebûlkirin
- 09:04 11 Gulan 2026
- Rojane
Jiyan Gencan
QAMIŞLO - Hevseroka desteya perwerdê Semîra Hec Elî, diyar kir ku di destûra nû ya Sûriyeyê de fermî qebûlkirina zimanê Kurdî ji bo wan jêneger e û got:" Xeteriyek mezin li ser zimanê Kurdî heye, divê gelê Kurd ji bo fermîbûna zimanê Kurdî têkoşînek mezin bide meşandin."
Li rojavayê Kurdistanê ku 15 sal zêdetir e zimanê Kurdî bi awayê fermî li pêşdibistan, dibistan û zinanîgehê tê bikaranîn niha ji ber polîtîkayên Hikûmeta Demkî ev destkeftî di bin xeterê de ne. Ji ber vê jî têkoşîna ji bo Zimanê Kurdî wek yek ji mijarên herî girîng derdikeve pêş ku hîn jî di pêvajoya entegrasyonê de tê nîqaşkirin. Di nava nîqaşên entegrasyonê de hîn jî perwerdeya bi zimanê Kurdî bi fermî nehatiye qebûlkirin. Ji bo ku di destûra nû ya Sûriyeyê de mafê zimanê Kurdî bê qebûllkirin têkoşîn tê meşandin.
Hevseroka Desteya Perwerdê ya Rêveberiya Rojava Semîra Hec Elî, li ser destûra nû ya Sûriyeyê, fermîkirina zimanê Kurdî û astengiyên li hemberî perwerdeyê ji ajansa me re axivî.
'Di destura nû de divê fermîbûna ziman bê misogerkirin'
Semîra Hec Elî, di destpêka axaftinê xwe de diyar kir ku di destûra nû de fermîbûna zimanê Kurdî gelek giring e û wiha got: " Ger ku civakek bi zimanê xwe biaxive û perwerdeya xwe bi zimanê dayika xwe bibîne divê ew ziman bi awayê fermî jî bê qebûlkirin. Li Rojavayê Kurdistanê ew 15 sal in bi zimanê Kurdî perwerde tê dayîn. Ji ber vê di destura nû ya Sûriyeyê de mîsogeriya zimanê Kurdî giring e. Fermîbûna ziman te wateya ku maf bê parastin. Eger em mafê xwe yê ziman fermî bikin wê hebûna gel jî bi awayê fermî bê qebûlkirin. Di nava entegrasyonê de û di destura nû ya Sûriyeyê de bidestixtina fermiyata ziman tê wateya parastina gelê Kurd ê rojavayê Kurdistanê. Ji ber ku gelek hebûna xwe bi zimanê xwe û nasnameya xwe misoger dike. Niha di pêvajoya entegrasyonê de em têkoşîna hebûn û nasnameya xwe didin. Têkoşîna me di destûra Sûriyeyê ya nû de ew e ku em bi awayekî fermî zimanê Kurd bikin zimanê duyem ê Sûriyeyê."
'Gelek astengî li peşiya perwerdeya zimanê Kurdî hene'
Semîra Hec Elî, anî ziman ku desthilatên ku Sûriyeyê bi rêve dibin mafê ziman nadin gelê Kurd û got: " Di dema rejîma Baasê de jî mafê perwerdeyê yê zimanê Kurdî tune bû, ji ber ku ziman tê wateya mafê neteweyekî. Li ser xaka Sûriyeyê wekî neteweyek Kurd her tim qedexeya ziman ji bo me hebû. Rejîma Baasê her tim yek al, yek netew û yek ziman diparast û ziman tenê Erebî bû. Îro jî deshilata ku nû li Sûriyeyê hatiye ser kar zû zû naxwaze mafê me bide û ji hebûn û zimanê me re gelek astengiyan derdixe. Em ji deshilatê re dibêjin, 15 sal in xwendekar bi zimanê Kurdî perwerdeya xwe dibinin û divê dewam bikIN, lê hîn ew tê nîqaşkirin û bi fermî nehatiye qebûlkirin. Belgeyên ku di nava 15 salan de şagirtan girtine divê bi fermî bên qebûlkirin. Lê heta niha ew jî nehatine qebûlkirin. Gelek astengî li peşiya perwerdeyê hene. Deshilata Sûriyeyê ya nû ne tenê zimanê neteweya Kurd ji bo hemû neteweyan astengiyan derdixe û zimanê wan qebûl nake. Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê pir rengî û pir zimaniya li herêmê nikare qebûl bike û ji bo wê jî têkoşîn jêre divê."
'Di nava entegrasyonê de fermîbûna ziman giring e'
Semîra Hec Elî, anî ziman ku di pêvajoya entegrasyonê de fermîbuna ziman gîrîng e û ew yek anî ziman: " Ji sala 14'an heta îro têkoşînek ji bo zimanê Kurdî tê tayîn. Di nava entegrasyonê de fermîbûna ziman giringiyeke. Di nava Sûriyeyê de fermîbûna zimanê Kurdî ji bo gelê me û hemû xwendkaran girîngiyek mezin e. Dîplomayên xwendekaran ku girtine divê bi awayê fermî ji aliyê hikûmetê ve bên qebûkirin. Entegrebûna me bi dewletê re ji bo pêşketina Sûriyeyê gavek girîng e. Ji bo wê jî divê di xala ziman de jî fermîbûn bê kirin. Ew fermiyet ji bo Zanîngeh û hemû dibîstanên herêmê wê erênî be."
"Divê têkoşîna ji bo ziman di asta herî bilind de bê dayîn"
Semîra Hec Elî, destnîşan kir ku ziman nasname û hebûna gel e û wiha axaftinê xwe domand: " Nasname û hebûna civakekê bi parastina ziman wê dibe. Ji ber wê jî em çiqas parastina zimanê kurdî bikin, emê ewqas civaka xwe biparêzin. Netweyek hebûna xwe bi zimanê xwe dikare biparêze. Eger ziman bê wundakirin wê hebûn û nasnameya me bê windakirin. Ji bo wê jî divê gelê Rojava yê Kurdîstanê bi yek dengî bibin parazvanê zimanê xwe yê dayikê, parazvanê zimanê kurdî. Ew ne pêvajoyek hêsan e, têkoşîn pêwîst e. Her netew mafê wî heye ku bi zaman û çanda xwe perwerdeya xwe bibîne û ev mafekî rewa ye. Divê têkoşîna ji bo ziman di asta herî bilind debe."
'Eger ziman neyê qebûlkirin wê xeteriyê bi xwe re bîne'
Semîra Hec Elî, diyar kir ku eger zimanê Kurdî neyê qebûlkirin gelek xeterî li ser pêşeroja gelê Kurd li Rojava wê çêbinin û wiha dawî li axaftinê xwe anî: " Li kîjan aliyê Kurdîstanê mafê fermîbûna ziman bê bidestxistin bi destxistin wê bandora xwe ya erênî li perçeyê din ê Kurdistanê jî bike. Divê hemû saziyên civaka sîvîl û rêxistin ji bo zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê fermî bibe têkoşînê bidin. Divê civaka me jî daxwaza mafê zimanê Kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de bike. Eger zimanê Kurdî neyê qebûlkirin xeteriyek pir mezin wê bi xwe re bîne. Pêşeroja bi hezaran xwendekaran dikeve xeteriyê. Di nava wê entegrasyonê de ji bo mafê xwe yê ziman em ê têkoşîna xwe ya fermîkirina ziman heta dawî bidin meşandin. Zimanê Kurdî ji bo me xeta sor e û em dest jê bernadin. Wê têkoşîna me heta dawî berdewam bike."







