Li Amedê bihar
- 09:02 2 Gulan 2026
- Galeriya Jinê
AMED - Li tenişta Çemê Dîcleyê darên Baxçeyên Hewselê kulîlk vekirine, rengên keskahî yên cuda xwe li her çar alî bajar pêçayî.
Li Amedê bi hatina biharê re xweza ji nû ve zindî bû. Li tenişta Çemê Dîcleyê ya girêdayê navçeya Yenîşehîr a Amedê, li Baxçeyên Hewselê ku seranserê tenişta çem dirêj dibe daran kulîlk vekirine û rengên keskahî yên cuda her çar aliyê bajar pêçayî.
Atmosfera rawestyayî ya mehên zivistanê cihê xwe ji rengên zindî û dengên çûka re hiştiye. Ev guherîna di xwezayê de dîmenek rengîn pêşkêş dike û rîtma bajar diguhere. Hatina biharê ne tenê xwezayê heman demê de jiyana civakî ya bajar jî zindî dike. Li Amedê jiyan ji nû ve diherike qadên vekirî.
Foto: Pelşîn Çetînkaya-Rabîa Onver










