Tûrnûvaya Volebolê ya Jinan a 2'yemîn bi coş bi dawî bû
- 11:16 23 Nîsan 2026
- Tenduristî/Werzîş
AMED - Tûrnûvaya Volebolê ya Jinan a 2yemîn ku ji aliyê Gerînendetiya Ciwan û Sporê ya Şaredariya Peyasê ve hatibû organîzekirin, bi lîstina maçên fînalê bi dawî bû.
Tûrnûvaya Volebolê ya Jinan a 2'yemîn ku bi armanca rêya sporê anîna jinan cem hev û bi hêza yekitiya sporê xurtkirina hevgirtina jinan hatibû lidarxistin, bi maçên fînalê ya di navbera Peyas Jin û Komûna Spora Azad de bi dawî bû.
Di merasîma tûrnûvayê de Hevşaredar Cengîz Dundar, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Selman Çîçek û gelek hemwelatî amade bûn. Hevşaredar Dundar û beşdaran şampiyonên turnuvayê Komîna Spora Azad pîroz kirin û kûpa, madalya û diyariyên tîmên serketî pêşkêşî beşdarî tûrnûvayê bûbûn kirin.







