Şaredariya Tûşbayê atolyeya dirûtinê da destpêkirin
- 14:31 14 Nîsan 2026
- Ked/Aborî
WAN – Şaredariya Tûşbayê li ser daxwazên jinan li sûka Bedestenê atolyeyeke dirûtin û neqişandinê vekir.
Desteya Çand, Huner û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Tûşbayê li sûka Bedestenê atolyeyeke dirûtin û neqişandinê vekir. Armanca atolyeyê ew e ku ji bo jinan materyalên belaş peyda bike û dahatê çêbike. 20 jin beşdarî atolyeyê bûn.
Jinên ku beşdarî atolyeyê bûn diyar kirin ku wan pir caran ji şaredariyê atolyeya dirûtinê xwestine û kêfxweşiya xwe anîn ziman ku daxwaza wan hatiye bicîhanîn. Her wiha wan tekez kir ku qada lîstikê ya ku ji bo zarokên wan hatiye çêkirin ji bo wan rehetiyek girîng e. Piştgiriya materyalê ya belaş jî ji hêla jinan ve bi erênî hat pêşwazîkirin.







