Girseya meşiya gihîşt Amarayê

  • 13:19 4 Nîsan 2026
  • Rojane
RIHA - Kesên ku ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan dest bi meşê kirin gihîştin Amarayê.
 
Bi deh hezaran kesên ku ji Xelfetiyê ji bo pîrozkirina rojbûna 77'emîn a Ocalan derketin rê, gihîştin Amarayê. Girseya ku li baxçeyê mala ku Rêberê Gelê Kurd lê ji dayik bûye kom bû, wêneyên Abdullah Ocalan û Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag ên ku di meşa Amarayê ya 2009'an de hatibûn kuştin hilgirtin.
 
Girse bi çepik û dirûşmeyan pîrozbahiyê didomîne.