ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2026’AN
- 09:01 1 Nîsan 2026
- Rojev
*Şaha Emîn Hesarî ku gelek caran bi Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kriye bahsa biranînên xwe yên pê re kir. Şaha Emîn Hesarî diyar kir ku Abdullah Ocalan, dijmin û welatê wan bi wan daye naskirin e û wê li ser xeta wî têkoşîna xwe bidomînin.
*Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî da zanîn ku qetilkirinên jinan sîstematîk in û polîtîkayên bêcezahiştinê cesaretê didin gumanbaran. Ozgul Sakî balkişand ser doza Ayşe Tokyaz û daxuyakirin ku jin bi her cureyê tundiya mêr re tên rû hev. DÎMEN HEYE
*4’ê Nîsanê ku wek vejîna gelan tê pênasekirin 22 sal in bê navber tê pîrozkirin.
*Mamosteya Kurdîgehê Sevîm Keskîn balkişand ser girîngiya zimanê dayikê û got: “Ziman hebûna civakê ye. Civak bê ziman tuneye. Aştî bi peyameke azad, wekhev û bi rûmet pêkan e. Divê destûreke bingehîn ya ku her kes bi azad bi zimanê xwe dikare biaxive hebe.” DOSYA
*Aktîvîsta TJA’yê Nurten Uzumcu li ser bernameya ku bi minasebeta 4’ê Nîsanê li dar bixin axivî û ev bangawaziyê kir, “Pir girîng e ku hemû jin di 4’ê Nîsanê de beşdarî mihrîcanê û her wiha meşa Gemlikê de bibin. Em dixwazin dubare bikin ku heta azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan neyê misogerkirin, em ê li kolanan bin.” DÎMEN HEYE







