HTŞ’ê 74 gundên Kobanê talan kir

  • 12:08 5 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komên girêdayî HTŞ’ê yên xwe ji 74 gundên Kobanê vekişandin, li van gundan talan û dizî kir. 
 
Di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta demkî de di 29’ê Çileyê de peymanek hate îmzekirin lê hikûmeta demkî gelek made bicih ne anî. Bi ser peymanê re mehek û nîv derbas bû lê hêj jî hin komên HTŞ’ê li gundên Kobanê ne. 
 
Derket holê ku komên HTŞ’ê yên xwe ji 74 gundan vekişandin, malên welatiyan ên van gundan talan kirine. HTŞ hêj li 10 gundên Kobanê ye û ev jî dike ku welatî venegerin malên xwe. 
 
Gundên hatin talankirin ev in: Bîr Zinar, Bîr Xat, Bîr Nasir, Leqleqo, Qurquling 1, Qorqulind 2, Şerebanî, Seferî, Hemtopik, Bîr Kor, Pêşek, Xirabî Seronç, Golêketî, Demircik, Koç Kemat, Koktepe Jêrîn, Kok Tepe Jorîn, Mîlî, Xanika Ebdo, Mendik, Xuydan, Xan Memed, Derbeteht, Çixura Bicûk, Çixura Mezin, Çortanek, Tozinc, Berdax, Mizxene, Toqlî, Qeynter, Mereser, Kepirebin, Dewî, Erne, Korik, Sal, Saqî, Kefûn, Tolik, Bîr Cirût, Nurelî, Bilik, Qil Heydê, Der Felît, Qulan 1, Qulan 2, Qulan 3, Qun Eftar, Xatunî, Xirab Berkil, Qirad Kurd, Omerekê, Şakurk, Sept Eydo, Sebt Inko, Zîk, Dozî, Qerareşk, Mezra Şehîd Eşref, Bîrik, Xerab Xel, Zirkotêk, Esediyê, Goktep 1, Goktep 2, Bîr Bekê, Bîr Sewan, Sêfûn, Girê Evrê, Girê Sor, Salokê, Guçêkmet û Qube.
  
Gundên hêj komên çekdar lê dimînin jî ev in: Girik, Hemdûn, Cebel Seman, Xirab Işkê, Çelebiyê, Nihît, Hêmed, Ebû Sira, Gêçkiran û Cadê.