Hejmara 7’emîn a Azadiya Welat derket
- 12:52 23 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Li dijî înkar, bişaftin û qirkirinê; hemwelatîbûna azad” derket
Hejmara 7'emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Li dijî înkar, bişaftin û qirkirinê; hemwelatîbûna azad” gihişt ber destê xwînerên xwe. Di hejmara nû de nivîsên nivîskar Mulkiye Bîrtane, Guhara Hesen, Felemez Ûlûg, Cahît Kirkazak, Siyamed Sîpan, Mehmet Şahîn û Daxistan Payçû nivîs nivîsîn.
Rojnameyê, cih da nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê “xwişk-biratiyê” de û nêrînên Yilmaz Hûn a der barê hemwelatîbûnê de.
Di rûpela hevpeyvînê de jî Ayşegul Ayaz li ser çalakiyên 8’ê Adarê û plansaziyên ku hatine kirin bersivên pirsên rojnameyê da.







