Li Şirnexê di qada nexweşiya jinan û welidînê de 18 bijîşk hene
- 09:04 13 Sibat 2026
- Rojane
Neslîhan Kardaş
ŞIRNEX - Li Şirnexê yek ji pirsgirêkên tenduristiyê di qada nexweşiyên jinan û welidînê de tên jiyîn. Bajarê ku serjimara wê 570.826 e, di qada nexweşiyên jinan û welidînê de tenê 18 bijîşk hene.
Şirnex bajarekî serjimara wê 570.826 e. Li bajar bi navçeyan re 6 nexweşxaneyên dewletê hene. Ji ber vê di qada tenduristiyê de prisgirêkên mezin tên jiyîn. Yek ji qada pirsgirêkên tenduristiyê tê jiyîn a Welidîna Jinan e. Li bajar 6 nexweşxaneyên dewletê hene û li gorî malpera fermî ya wezareta tenduristiyê tenê 18 bijîşkên klînîkên welidîna jinan hene. Li nexweşxaneya dewletê ya Şirnexê 5, li ya Cizîrê 6, li ya li Sîlopiyê 4 li ya Hezexê 2 li ya Qilabanê yek bijîşk heye. Li Elkê jî qet bijîşkên welidîna jinan tuneye.
Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Şirnexê Mîhrîcan Cîn nirxandin kir.
Mîhrîcan Cîn da zanîn ku demek dirêj e li Şirnexê di alî xizmetên tenduristiyê de jin pirsgirêkan dijîn û ji ber van kêmasiyan jin di dema xwe de nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê. Mîhrîcan Cîn wiha vegot: “Ev pirsgirêk bi salan e didomin. Hejmara pisporên welidîna jinan kêm e. Li seranserê bajar 18 bijîşkên welidîn û nexweşiyên jinan hene. Ev hejmar li gorî serjimarê pir kêm e.”
‘Hejmara bijîşkên aktîf dikeve 2’yan’
Mîhrîcan Cîn destnîşan kir ku li Şirnexê li nexweşxaneya welidîn û zarokan tenê 5 pisporên welidîna jinan hene û got: “Ev hejmar xizmeta heyî nîşan nade. Di karê rojan de 2 bijîşk nobedar in, du bijîşk jî roja din di bîhndanê de ne. Heman demê hejmara bijîşkên xizmetê didin dadikeve 2’yan.”
‘Jin neçar dimînin biçin derveyê bajar’
Mîhrîcan Cîn bi lêv kir ku li ser Pergala Randevuya Hekîman a Navendî (MHRS) pir caran randevu nayê dayîn û got: “Xizmeta polîklînîkan bi sînor e. Lê ducanîbûn nikare bê taloqkirin. Divê bi rêk û pêk bê kontrolkirin. Ne wisa be tenduristiya dayik û pitikê dikeve rîskê. Tevî ku ev rewşa li Şirnexê bi salen e tê zanîn tiştek nayê kirin. Piranî jin ji bo kontrola xwe neçar dimînin biçin bajarên din. Mixabin li gorî hewcedariyên ducanîbûnê xizmeteke di cih de nayê plansazîkirin. Sedema van pirsgirêkan polîtîkayên plansaziya xebatkaran û tayînkirinê ya wezareta tenduristiyê ye.”
‘Jin neçar dimînin biçin derveyê bajar’
Mîhrîban Cîn da zanîn ku ew di xwegîhandina xizmetên tenduristiyê de wekheviyê esas digirin û wiha got: “Li bajarekî ku Nexweşxaneya Welidîna Jin û Zaroka hîna jin nikarin şopandina ducaniyê bikin. Neçar dimînin biçin derveyê bajar. Bi rîskan re tên rû hev. Ev nikare bê qebûlkirin. Xala 56’emîn a Destûra bingehîn a Komara Tirkiyeyê, diyar dike ku her kes xwedî maf e ku xwe bigihîne xizmetên tenduristiyê. Qanûna Esas a Xizmetên Tenduristiyê ya hejmar 3359 û Rêzinameya Mafê Nexweş jî vê ferz dike. Lê mixabin li Şirnexê ev pêk nayên.”
‘Mirina Dîlan Durmuş encama neçareseriya pirsgirêkan e’
Mîhrîban Cîn diyar kir ku encama pirsgirêkên tên jiyîn ya herî giran di Kanûna 2024’an de li Elkê hatiye jiyîn û got: “Ji ber bijîşkên welidîna jinê li navçeyê tunebû Dîlan Durmuş kontrolên ducaniyê bi rêk û pêk nekiriye. Di encama destpêkirin welidîna li malê de jiyana xwe ji dest da. Ev mirin ne qeder e. Encama pirsgirêkên bi salan nehatiye çareserkirinê ye.”
Mîhrîban Cîn di dawiya axaftina xwe de got: “Em wek SES nedîtina mafê tenduristiya jinan qebûl nakin. Em bang li rayedaran dikin ku berpirsyariyê bigirin xizmeteke bi zimanê dayikê, bê pere, baş, ewle ji bo jinan bê dayîn.”







