Li dijî şîdetê semîner

  • 15:46 14 Mijdar 2025
  • Rojane
 
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber 25'ê Mijdarê, ji bo karmendên jin ên şaredariyê semînerek li dar xist.
 
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinan a Navneteweyî de, ji bo ku derbarê şîdeta li ser jinan de hişyariyê zêde bike, ji bo jinên karmend ên şaredariyê semîner pêk anî.
 
Di semînera ku li Salona Meclîsa Şaredariyê hat kirin de, Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Parêzer Îrem Îlhan, derbarê mijarên "Şîdeta Li Ser Jinan", "Cureyên Şîdetê" û "Qanûna Hejmar 6284 ya Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Şîdeta Li Dijî Jinan" de pêşkêşî kir.
 
Îrem Îlhan, di pêşkêşiya xwe ya li ser cureyên şîdetê de, bi taybetî bal kişand ser bûyerên şîdeta dîjîtal ên ku di salên dawî de zêde bûne.
 
Piştre derbarê Qanûna Hejmar 6284 de agahî da û tekez kir ku ne tenê jinên rastî şîdetê hatine, lê jinên di bin metirsiya şîdetê de ne, endamên malbatê û zarok jî dikarin ji qanûnê sûd werbigirin.
 
Îrem Îlhan anî ziman ku taybetmendiya herî girîng a ku Qanûna Hejmar 6284 ji qanûnên din ên hiqûqî cuda dike, ev e ku di dema serlêdanê de pêwîstiya pêşkêşkirina delîl an belgeyan tune. Îlhanê destnîşan kir ku heke qanûn bi bandor were cîbicîkirin, gelek bûyerên şîdetê û kuştinên jinan dikarin bêne astengkirin.
 
Piştî pêşkêşiyê, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbûz Sûmer axivî û girîngiya mekanîzmayên heyî yên di têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan de destnîşan kir. Herwiha got ku jinên rastî şîdetê hatine an jî di bin xetereya şîdetê de ne, dikarin her dem xwe bigihînin wan.