‘Jin biguherin wê huner jî biguhere’
- 09:07 14 Mijdar 2025
- Çand û Huner
Fîlîz Zeyrek
LONDON - Hûnermenda Kurd Zeyno Durar ku li bajarê London ê Îngîlîstanê dijî da zanîn ku dengê yekê dengê hemû kesî ye û got: “25’ê Mijdarê ne tenê dîrokeke. Rojeke ku êş, berxwedan û piştevaniya jinan nîşan dide ye. Ez bang li hemû hunermendên jin dikim ku bi hûnera xwe dengê xwe xurtir derxin.”
Hûnermend Zeyno Durar a ji Amedê ye,, di 1986’an de li Edenê hatiye dinê. Kalê wê dengbêjê navdar Hesenê Gozê ye. Bavê wê stranbêj û temburvane. Zeyno Durar 5 salî derdikeve ser dîkê û diyar dike ku muzîk ji bo wê ne tenê daxwazeke, ji bo wê nasnameyeke jî.
‘Di her strana xwe de parçeyek ji warê xwe dihewînim’
Zeyno Durar di 2006’an de koçî Îngîlîstanê dike û piştî demek dirêj vedigere mzuîkê. Zeyno Durar bi Tirkî û Kurdî stran digot û piştî koçkirinê repertuara xwe bi Ermenkî, Erebî, Zazakî, Soranî û Hîntî berfireh kir. Zeyno Durar li London û gelek bajarên Ewropayê derket ser dîkê û di avabûna Koroya Jinan a Rengîn de cih girtiye. Zeyno Durar wek jineke hunermend a koçber zor û zehmetiyên ku kişandiye vegot.
Zeyno Durar da zanîn ku jiyana li Londonê hem hesret û hem jî berxwedanê mezin diek û got: “Durbûn hesretê mezin dike. Di heman demê de berxwedanê jî mezin dike. Mirov neçarin ked û nsanameya xwe ispat bikin. Vê durbûnê derfeta ku ez gûh bidin çîrokên jinên din afirand.
Min dengê wan û yên xwe kir yek"
‘Ji bo min kok ne erdnîgarî, bîr e’
Zeyno Durar wiha dirêjî dayê: “Di her strana min de dengê axa min heye. Ji ber vê kok ne tenê erdnîgarî, bîr e jî. Bi Kurdî stran gotin, bi azad derketina ser dîkê, her yek teşeyê berxwedanê ne. Ez bi hunerê nasname û têkoşîna xwe tînim gel hev. Her tiştê dijîm tevli muzîka min dibe. Jinbûn, dayikbûn, koçberbûn di stranên min de deng didin. Çîroka min ne tenê aydê min e. Bêdengiya hemû jinan e. "
‘Stranek dikare wijdanê hişyar bike’
Zeyno Durar balkişand ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û wiha anî ziman: “Nizanim qanûnek dikare biguhere an na lê fîlmek wêneyek dikare wijdan şiyar bike. Ji ber vê tundî ne tenê fîzikî ye; bêdengî, daraz zexta civakî her yek teşeyê tundiyê ne. Hûner jî yek esasa herî xurt ya ku vê tundiyê dide nîşandanê ye.”
‘Dengê me yekê dengê me hemûyan e’
Zeyno Durar balkişand ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundiya li ser Jinan a Naventeweyî jî û ev tişt got: “25’ê Mijdarê ne tenê dîrokeke. Rojeke ku êş, berxwedan û piştevaniya jinan nîşan dide ye. Ez bang li hemû hunermendên jin dikim ku bi hûnera xwe dengê xwe xurtir derxin. Li gorî min kêmasiya herî mezin a civakê di wijdan de ye. Civak fêrî êşa jinan bûye. Nebîhistina qêrîna jinekê teşeyê tundiyê ye. Dema jinek bêdeng be civak jî kêm dibe. Lê bi xurtbûna jinan re wê zimanê hunerê jî biguhere. Ez bang li hemû jinên ku tundiyê dibînin û nikarin dengê xwe bidin bihistin dikim. Netirsin, şerm nekin, bêdeng nemînin. Ji ber ku danbihîstina deng ji xwe şoreşek e. Em çiqas bêjin wê evqas jin dengê xwe bidin bihistin.”







