
Îdianame piştî 10 mehan amade kirin:Kêmasî çareser nekirin
- 09:03 4 Tebax 2025
- Hiqûq
Medîne Mamedoglu
XARPÊT - Dosya Dîlara Dunana ku li Xarpêtê ji aliyê Volkan Kaplan ve hat qetilkirin de kêmasî hene. Di dosyayê de tevî çar gumanbar hene tenê kesek giritye û îdianame jî 10 meh şûnde hat amadekirin.
Li gorî daneyên Jinnewsê li welat di 7 mehên ewil yên 2025’an de 145 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Ligel kuştinan mirinên biguman yên jinan jî hene û piştî cînayetan lêpirsînên tên destpêkirin jî qels dimeşin. Yek ji van dosyayan ya Dîlara Gunana ya sala borî ji aliyê Volkan Kaplan ve hat qetilkirinê bû. Dîlara Gunana di 6’ê Gulana 2024’ande li Xarpêtê winda bû piştî serlêdana malbata wê di qeydên HTS’ê de hat dîtin ku bi Volkan Kaplan re hatiye cem hev û ji aliyê wî ve hatiye qetilkirin. Dosya Dîlara Gunana bi qelsiyan didome. Di dosya ku dê, bav û birayê Volkan Kaplan jî gumanbare de, tenê ew girtî ye.
Ji ber zewac qebûl nekir hat qetilkirin
Li gorî îdiayan Dîlara Gunana zewacê qebûl nake û piştî hevdîtina telefonê ya bi Volkan Kaplan re dike şûnde winda dibe. Malbata ku agahiyê ji keça xwe nagirin serî li emniyetê didin. Piştî vê di lêpîrsîna hat destpêkirine de hat dîtin ku Volkan Kaplan, Dîlara Gunana bi çekê qetil kiriye. Dê Nesrîn Kaplan, bav Yaşar Kaplan û bira Serkan Kaplan ji sûcên ‘delîl winda kirine û alîkariyê’ tên darizandin.
Piştî 10 mehan şûnde îdianame hat amadekirin
Piştî bûyerê gumanbar Volkan Kaplan hat girtin û der barê wî û malbata wî de 10 meh şûnde îdianame hat amadekirin. Runiştina yekemîn di 27’ê Adara 2025’an de hat dîtin. Doz taloqî 29’ê îlonê hat kirin. Parêzera dosyayê der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
‘Gumanbarên din nehatin girtin’
Parêzera Komeleya Ewil Jin û Zarok wiha got: “Di destpêka lêpirsînê de mixabin pêvajo baş nemeşiya. Dosya nêzî 10 mehan di asta lêpirsînê de ma. Lê tevî vê delîl hemû nehatin komkirin. Der barê qeydên HTS’ê yên gumanbaran de nirxandin nehatin kirin. Îfadeyên gumanbaran bi nakokin. Li dijî jiyanê ye. Gumanbar Volkan Kaplan hewl dide tenê sûc bigire ser xwe. Em dixwazin ku malbata gumanbar jî bê darizandin.Me ev daxwazên xwe li dadgehê anîn ziman. Heyeta dadgehê ji bo kêmasî bên çareserkirin runiştin taloq kir.Me wek komele îtîrazên xwe kirin. Gumanbarên din ne girtî ne. Em vê di alî hiqûqê de rast nabînin.”