Baxçeyê xwe ji hilberînê re vekir: Ax şifa ye

  • 09:02 4 Tebax 2025
  • Ked/Aborî
Memîhan Zeydan
 
WAN - Esra Ozur ku li baxçeyê xwe her cureyê sebze û fêkî diçîne, berhemên organîk pêşkêşîgel dike û got: “Min nexweşiya xwe bi axê baş kir. Ax şifa ye. Dema bi axê re têm gel hev kêfxweş dibim.”
 
Jinên ku li her qada jiyanê hene, her derê diguherin û di hilberînê de jî pir bi bandorin. Jinên bi qadên ku tên pêşkêşkirin sînor namînin, li her derê hilberînê esas digirin.
 
Esra Ozur (50) yek ji jinên ku bi axê re mijûl dibe û hilberînê dike ye. Esra Ozur 7 sal bi nexweşiyek giran dikeve û dermanê xwe di axêde dibîne. Baxçeyê mala xwe vediguherîne baxçeyê bereketê. Berhemên organîk diçîne  û vediguherîne baxçeyê çayê û xizmetê dide gel.
 
‘Piştî nexweşiyê min dest bi hilberîna xurekên organîk kir’
 
 
Esra Ozur daxuyakirin ku 7 sal berê li Enqereyê  şefa mutbexê bûye û wê demê bi pençeşêra qirikê dikeve û wiha anî ziman: “Ji ber vê pirsgirêka tenduristiyê ya giran min berê xwe da xwezayê. Min di baxçeyê xwe de berhemên organîk hilberandin.”
 
Ji darên du sed salî berheman digire
 
Esra Ozur destnîşan kir ku li baxçeyê xwe berhemên organîk diçîne digihîne û wiha anî ziman: “Mirişkên min hene. Ez bîstan diçînim. Darên min yên fêkî hene. Darên me du sed salî nin. Min biryar da ji bo xwe zarokên xwe bigihînim. Bila jin hilberînin. Bila her kes di hilberînê de cih bigire.”
 
‘Divê em ji hilberînê hez bikin’
 
Esra Ozur di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em salçe û tirşiyê çêdikin. Divê jin di hilberînê de çalak bin. Ez debara xwe ji baxçeyê xwe dikim. Hevjînê min demek dirêj betal ma. Min bi qezenca ji vir zarokên xwe mezin kirin. Hema hema hemû bar li ser milê min bû. Piştî hevjînê min teqawît bû em hinek rehet bûn. Ez ji karê xwe hez dikim. Mirov ji vir hez dikin. Ez dixwazim markaya xwe av bikim. Ez kuvarkên îstiridyeyê jî hildiberînim. Ez konserveyan, riçalan, tirşiyê, ava firingiya çêdikim. Ax şifa ye. Divê jin xwe xurt bikin. Xurtbûna jinan wê cîhanê biguhere. Divê her jinek bi axê re mijul bibe.”